Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dost Çiyayî

Dost Çiyayî

2 görüntülenme 0 beğeni
Zirav-bihîst-yar im Dil hilbijartime mertal Gerden xalî, mişt xeyal im... Rimên dirinde rêz girtine Xirxalên zîvîn li zend û bendan Morikên kehrebarî ên gerdankan û di çirûskên çavên te de hêviyên min Mebest girtine, dilalijin Ji kengî ve li benda te ne! Dem dawiya payîzekê şev derbasokên xwîn-mij Bêdil be jî berê rojan Ji êvar de dikeve alî koç-giriyê!.. Xelekên por-goşî ên dardakirî Li kû dibînim werîsên mû-rîs Girêkwîr dadigerin gewriya min. Tilîkên te ên ziravokî nermoke Min didîtin Diveguherîn bizmarên ji pola û devê bivirên ser-jê-ker Ji hev diçirvirî! Dil tenik Berbang hênik in Ax... Aax! Xewna welatekî min didît Dê-ferîşte, bav-fille Li xwerû xerzên zeytûna zarokên wî Kevakên firfire hildiferandin Li esmanan xelekên gewez daliqandî Ên xwe teqle dikirin tê de dialiqîn Ji jor de li hêşînahiya azadiya behran daliqandî Difericîn... *Ji pirtûka wî "Qetran", rr: 23-26

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dost Çiyayî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz