Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dost Çiyayî

Dost Çiyayî

2 görüntülenme 0 beğeni
I Ev bû çend car nizanim Nizanim bê çima bihar Her adar Di sehera silavê de Dîsa weke her car Li şûna mijmijokên maran Diveguhere îskeîska avis û şîna rengan digerîne? Nizanim Nizanim ku mozhingiveke azad Li du bajarekî bêrîwêran Bê xwe li çi datîne?.. II Ev bihara çenda ye nizanim Nizanim bê çima baran Her nîsan Dîsa li van deveran Bi ar-aveke qetrejan dibare û ji lehî daîm xwelî Ji ewrên keskavî mirin diherike? Nizanim Nizanim bê beybûnên berfekan Li vî erdî çima reş dibişkivin û dixeniqin sosin?.. III Ev bû çend car nizanim Nizanim bê çima aran Her gulan Dîsa bi xewnên xwêdayî Weke nêrgizeke xedayî Xeydok û xopan dişitile Li sûretê serabeke bêav? Nizanim Nizanim çima di xeweke bêwext û çolemêrgeke beyeban de Li min der dibe teba dewrê Zer diderize şewat û dişemite şevê?..

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dost Çiyayî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz