Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dîlber Hêma

Dîlber Hêma

2 görüntülenme 0 beğeni
Beşa yekemîn Pinpinîkên emirqutî Li ber barana nixurî Ji bo zivistaneke din Rêzik bi rêzik darvekirine Helbestên hişk-kiri: Ji bo evîna Xweda û Xwedawendan Bedena min pîroz e. Kefa destên min Hêlîneke tarî û bê werz e. çaven min Malzarokeke giriyê şîrdadayî ye Ji zarokên şîrmêj re. Lêven min Evîneke bi lîrîk e û bendewarê maçên te ne. Beşa duyemîn Piştî guhên jêkirî Nalînên ku ber bi ezmên ve hildikişin Qey lavayên dilê bedenê ne. Ma ne denge kundê kor e? Denge pepûkên dengketî Bi sekinandineke xizanî Belav dibe: Pepûk! Pepûk! Pepûk! Pinpinîkên emirqutî Li ser guhên jêkirî, Helbestan hişk dikin, Ji yomê kundê kor û ji hawara pepûkên dengketî. Ji Kovara Kevan, Hjr 2

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dîlber Hêma şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz