Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dîlber Hêma

Dîlber Hêma

2 görüntülenme 0 beğeni
çav diqirpîne helbesta min Rêzikek ji helbesta Anna Ahmatovayê: “Payîz di navbera darkevotan re dikir piste pist û digot: Bi min re bimire!” Rûpelên windayî bi qasî temenê payîzê Zer li ser maseyê şopên di berfê de Reş dixeniqîne çûyînan Lê bîranînên spî Dadigire şûna şopan Bi wêneya rojê ve dizeliqe Xwekuştina masî Pênûs diperpite Kaxiz ber bi reşbûnê ve diçe Zimanê tenêtiyê Li dû hezkiriyan tenê dimîne Dara pirtûkê di taldeya kuçeyan de Pel bi pel diweşe Ser bêdengiya kolanan Vediniciqim- Pelek jê dikeve destên min Bi xwendina rû(pel)an Bêriya dahatûyan dikim Dahatû kesk Di kefa destên min de Li odeyê rûpelên zer Hezkiriyên qerebalix Dara bêpel Dahatûyên hûrbûyî Helbesta min ji der ve ruyê xwe da Xumamiya paceya li hundir Bi temena helbesta Ahmatovayê re bişirî û got: “Ligel temenê helbesta te yê 94 salî Bi min re bijî!”

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dîlber Hêma şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz