Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dîlber Hêma

Dîlber Hêma

2 görüntülenme 0 beğeni
Xwîn dibe baran Dineqişe bi dilopan çavên xezalê Xezal Li xweşikbûna xwe Mikur tê Xwîn dibe jahr Pê vedide Porê Medûsayê Digirî sarinca bin erdê Xwîn dibe bahr Di xew(n)ên arî de Kevz digire Deqên dayikê Ji şevên bêkolan Sîlueta keçekê didize Xezala beza û Ji bilî bêjeyên bêjî Namîne stêrk li asîmanan Dilên dil(ber)keçik Dipengize ji malên kavil û Ji pêsîrên Medûsayê Diherike xwirêza jiyanê Baran Li dû xwe dihêle Xweşikbûna xwe Bar dike ji bajaran Jahr Xwe jahrdadayî dike Bi bargiraniya welatekî gulîsor Bahr Bi med-cezîra botanê Tewaf dike tirba mem û zînê û dimiçiqe (bi hawar) Li xwînê dilikumim Helbesta qîzanî Di xwînê de dihêlim û diherim...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dîlber Hêma şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz