Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dilbend Xelîl

Dilbend Xelîl

2 görüntülenme 0 beğeni
Sipî boze , bilind poze Dil bi soze , nerîn doze Ebrû moze , ew newroze Yara min ew kurdistane Naz û xweşe , zevî geşe Ew keleşe , lat û beşe Seyran meşe , kar lê xweşe Yara min ew kurdistane Ew Kurdistan , ew şehristan Bax û bustan , gul , gulîstan War goristan , cê şehîdan Yara min ew kurdistane Yar û yare , xweş buhare Gul buhare , gurê hare Zar û jare , cem neyare Yara min ew kurdistane Bi zagrose , bi torose Ararate , xweş xelate Bi hemrîne , şerfe dîne Yara min ew kurdistane Xwedya vîne , mem û zîne Ew şêrîne , ferhad dîne Warê vîne , pak zemîne Yara min ew kurdistane Ew bi çiya , cem me hemya Çem û derya , gul û giya Hingi dunya , a me hemya Yara min ew kurdistane Bi sînore , ew bi lore Soran gore , hawîr dore Dijmin kore , zor ew zore Yara min ew kurdistane Ser bilinde , naz û rinde Heyva gunde , pir lewende Şêrîne qende , xwedî pende Yara min ew kurdistane Ser hildane , a kurdane War ne mane , lê civyane Me ew dane , xwîn û cane Yara min ew kurdistane Bi reng û rû , me jî da dû Ew sawîr bû , hate û çû Bi rengkî zû , me xwe xist dû Yara min ew kurdistane Em ew kurdin , kurdê kurdin Ser bilindin , pak û rindin Xweş comerdim, can em berdin Yara min ew kurdistane Bi dû kezî , furat mejî Dicle kujî , yarek kejî Pêre dijî , hûn û ejî Yara min ew kurdistane Law ew rustem , law ew deysem Kar û berhem , dikin her dem Ser me her dem , axîn û xem Yara min ew kurdistane Ew hevale , pir delale Hawîr lale , reng şemale Bi kendale , cê hevale Yara min ew kurdistane Dem ne mane , zû bazdane Bik peymane , ser xwe cane Bo welatê , kurdistane Yara min ew kurdistane 1/5/2004

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dilbend Xelîl şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz