Bejin zirave wek taye
Tu rîhana li ber baye
Tu şahgula her gulaye
Guleke tu pir hêjaye
Tu li cem min tu her tişte
Di çav min de tu buhişte
Tu perya pak û firişte
Bi tîrê çav te min kuşte
Tu meşiya dil westiya
Porê reş di binya piya
Ji mir di bên ka ew kiya
A gi tu ji ber hiliya
Yek pir naz dar û delale
Xuşik ew wek gula lale
Hêsrê wê xunav û jale
Nûjene xibşa xezale
Xezale û ew di meşe
Bêhna wê tê gelkî xweşe
Şepal çeleng û keleşe
Keleş û pir rengîn mi dî
Ew bi koka xwe amûdî
Bilind wek çiyayê cûdî
Ne kêm pîpan û nemrûdî
Bi rengê rûkê xwe gewre
Wek dur û lal û gewhere
Rûdêm li hev ew hunere
Ew ne a şivan perwere
Hunera xwedayê hejar
Ew dêm rengê gula hinar
Dilgeş û dilşad wek huhar
Guleke ew li gulîzar
Li gulîzara kurdistan
Li nav bax û nav daristan
Li nav gula û nav gulîstan
Warê mû te şarê botan
Bi xwe tu ne kêmî zînê
Xuşik xuşik tu şêrînê
Tu stêr û heyva evînê
Rohnî dide vê zemînê
Zemîn bê te bê rohniye
Çiya bê te ew bê siye
Cîhan bê te ew sêwiye
Dunya bê te ma ew çiye
Tu nîşana vê cîhanê
Tu heyv û stêra ezmanê
Tu mîra vîn û viyanê
Tu gula li kurdistanê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Dilbend Xelîl şiirlerine dön