Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dilbend Xelîl

Dilbend Xelîl

2 görüntülenme 0 beğeni
Newroz îro tu xemgîne Li Qamişla evînê Vê buharê tev xwe reş kir Hêsir barandin ji kîne Rûkê van çiya tev reş bû Bi arê newrozê geş bû Bû wek xwîna wan şehîda Newroza vê salê meş bû Newroz wan li me kirin xem Xwîna me rijandin wek çem Gelî kurdan ne çilmisin Got nabe me divê berhem Ne tenê newroz xemgîne Roava pêre xemgîne Rokê hêdî serî danî Bê hiş mabo ew jî dîne Ev buhara xweş û şahî Ev ezmanê bê ewr sahî Li me kirin xem, kul û derd Kirin ser me ax û ahî çilmisîn gulên buharê Li ser te hey gulîzarê Gulîzara wan şehîdan Ne hiştin herin mezarê Wer ji xwel Amûdê biner Alê reû bilindin li ser Başûrê biçûk xwe reş kir Dinya tev hejiya ji ber Ne tenê kul, êş û lave Ev êşa han bû girdave Ev çi hat bi serê kurdan Danyik bi qêrîn û lave Hey lê diyayê dinyayê Qey ev zor ji te hilnayê Ta kengî em Kurd bin destbin Di bin destê zordaryayê Gawirtî ew tim dûm dike Qet zordarî ew dûm nake çi qas ew zordar jî pir bin Gawirtî wê xwel wan rake çi qa xwe xurt kin bin kînê Qet nabe himber peqînê Peqîna başûrê biçûk Ji bo azadyê û jînê Hew ne sebr ûaram nema Kurdo xwe nexîne xema Gotin jî bi zordar nabe Xwînê birjîne wek çema.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dilbend Xelîl şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz