Poêzya dare, ku hêşîn dibe
Serê durryanê koçê 'eşîra,
Qurrlixayada xûna dil diçe
Nav mirrzî, çiqil, belgê balûra.
Ew ne sêrave, ne - asoa zer,
Ew hewcekara du’aye herdem,
Ku çawa çivîk difîrrine ser
Û dîhardikin heja surrê cem.
Lê çaxê dar û dil ne ser hevin,
Ça bikî? Li kê bigirî guna?
-Hetanî ev pirs - pirsyar bihewin, -
Şayîr lazime, lê poêzya na!
*Ji pirtûka wî 'Şorişa Xebera' r: 35, Weşanên Belkî
*Tîpguhêzî ji Kirîlî: Rênas Jiyan
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Çerkezê Reş şiirlerine dön