'Fêrîkê Ûsiv ra'
Qûm tê qêfik, û hebek wê diçe hundur,
Wir dêşîne, nexweş dêxe ruhber bi kenc,
Û rokê ji nişkêva ji wir... dertê dur.
Dadukutne dilê nazik xîyalê qenc,
Xemê dinê, çare hubê jî nabe qe...
Û dil dêşe, dêşe... şayîr dixoliqe!
*Ji pirtûka wî 'Şorişa Xebera' r: 29, Weşanên Belkî
*Tîpguhêzî ji Kirîlî: Rênas Jiyan
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Çerkezê Reş şiirlerine dön