Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Çerkezê Reş

Çerkezê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
DEM Kî xwe piş dara miraza veşart? Ew kî bû, ku vir tirs - ricaf barand? Îşq dilerize - hal - hikyatê sert, Ba nalikije - hevkarya birand. Şidyane xweda baskê teyreda, Darê dihesin him mezîl, him ‘erş. Lê dem girane - wê xwe berneda. Bextek, her bextek ketye kevrê reş! Û aha îdî diweşe kozî Ji ruhê îşqê û ji lêva bê, Ça hesîya sar - dem maye tehzî,- Perr - baska hilda qeweta hubê! Kî xwe piş dara miraza teland? Ew kî bû - çehvê yazyê girêda? Ew kî bû - çehvê min usa deland?- Ku alîkî min ha kişya pêda? *Ji pirtûka wî 'Şorişa Xebera' r: 64, Weşanên Belkî *Tîpguhêzî ji Kirîlî: Rênas Jiyan

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Çerkezê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz