Ji bo na her kesek yarek heye é min e welat yar e
Bele çibkim di deste dijminê xwînwar û xeddar e
Çiqas pesnû giran bêjim nikarim ez bidim zanîn
Çeleng û nazik û şeng û şepal û şox û cebbar e
Hezar wek min di vê rê de bi van derd û kulan kuştin
Tilisma ser devê genca, di sînga min de reşmar e
Çi zanî qîmetê vê şengeşoxê dijminé bêbext
Ne wek min dil bi top û awiré yâre birîndar e
Eger çendan bi dest dijmin belê yara min e şêrin
Bi navê wê bilind bûme giham gerdûnê seyyar e
Bi wan lêvên şekerbarin bi min da soz û peymanek
Ji min pê ve ku dil nadî kesî ew yar e, bêçar e
Eve soza me ji pé re ku dil her dem bidim desta
Netirsim ez ji zindan û ji lédan û ben û dar e
Li ser her kavili rûnim, bikim qêrîn heta her kes
Ji tamara xewê rabin bibin hozan û hîşyar e
Di bin lingê xwe de deynin serê dijmin wekî dûpişk
Li ser pozê xwe deynin wê gula nû pişkivî xar e
Di govenda me de her kes bi dilşadî bikin dîlan
Li şûna héstiren çavan xuşîn bên co u cobar e
Eve soza min u dilber eger bimrim di vê rê de
Ji vê dinya xweş u şêrîn Cegerxwîn jî, ne bê par
Çavkanî: yektauzunoglu.com
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Cegerxwîn şiirlerine dön