Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cankurd

Cankurd

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez kevoka çiya me Ez gula Kurdistan im Porzêrîn û şox û şeng Ez bi navê Zîlan im.. Ez heyrana serê wan Heyrana pêşmergan im Parêzkarên gelê min Ez wan bira dizanim.. Bi paqijî, bi zanîn Ezê serê xwe hildim Bibim omêda Kurdan Ez bi navê Zîlan im.. Bi edeb û bi îzan Ezê çavên xwe kildim Ji bo rûmeta Kurdan Her canfîdaya wan im.. Bo min herdem serwer in Feqê Teyran û Xanî Bo min herdem rêber in şêx Saîd û Barzanî.. Xebat kirin ji bo min Bilind kirin navê min Ezê li pey biborim Dil agir û ciwan im.. Da rêya xwe bibînim Her bi Kurdî dixwênim Ez keça Kurdistan im Ez bi navê Zîlan im..

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cankurd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz