Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cankurd

Cankurd

2 görüntülenme 0 beğeni
Pir ji zû ve ye Pir ji mêj e Em di rê de ne Ji kûrantiya dûrokê ve Em diholin ....û li herdu kenarên rê Gorên zarokên xwe bi destan dikolin Hîç êlekê ji van êlên mirovatiyê Wek me nedan mal û can Bo azadiyê… Li her newaleke Kurdistanê Li çiyayên, ku rê vê nakevin Li çolistanê.. şop û rêçên me mane Her li koçkirinê ne ..û her li revin.. Pir ji zû ve ye Em li rê ne Bi hêviyeke mezin Em radibin û dikevin Li hêviya palpiştekî ne ..û her çav li rê ne… Rojekê em jî li niştê xwe Kurdistan Bibin serdest û azad, bibin xudan… Rêberên me yên rûmetdar, Hilgirên xema gel, Serek û aladar.. Ji bo rojeke serfiraziyê Hatin girtin an jî bi destên xinizan hatin kuştin... Lê dîsa jî me serî ne çemand Tirsê dilê me ne girt ..û neyarê hov hêviya me ya mezin ne revand …û ala me ya rengîn ne tewand… Em evin, Kurdên Mîdiya ne Xudanên çiya ne Bi lêdanên namirovane em na kevin.. Vaye em dîsa hene Em her hene Wek van darên zytûnê li bena jor Wek nexşên dûrokê li çiyayê Tor Wek agirê eytûnê li parestgeha Zerdeşt Wek Firatê bi xumxum û lehî ....û wek kilamên me yên Kevin li agirî û Serdest.. Em ji rêya xwe namînin Emê rojekê van zincîran biçirînin ...û hêviyên bav û bavpîran bikin dara azadiyê li ber kêla her şehîdekî biçînin

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cankurd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz