Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cankurd

Cankurd

2 görüntülenme 0 beğeni
Heyveke buharê ya çardeşevî Dor çavê xwe bi ewrekî reş Kilda Dilê min î jar Wekî girtiyekî pîr Di zindana dûriyê de Dîsa bû hespekî kumêt Li nav zincîr û merbenda Seriyê xwe, ji bo azadiya xwe ...di tariya jînê de hilda Dilê min î har Nema tê girtin bi tewl û qeyda Ew bû stêrkeke asîmanî Ji dûr ve rijî û pêlda Evîna min li buraqê suwar bû Dêmê xwe da Bi cîhanên pêjinî ve Bi welatên dûr ve Ber bi kewkebên di jor da.. Dilê min î har Vegeriya welatê dê û bavan Di dawiya umir da Geriya li nav hemî deşt û çiyan Li nav teviya newal û sirta Hîç warekî xweşiktir ne dît Ji geliyê Tîra, ji çiyayê Keloşkê ... û wan darên merxê di nav da Ji wan avên dixulxulin ...di tenişta gund da.. Bihna sicê, hat bîra min vê sibê Ez bi xwe re birim zemanekî kevin Ku pêlikên zeriyan dirêj dibûn bi ser piştên wan da û her ewîlekî Kurda, xençerek di ber navê da Li dîlana gundê me, Li ser bêderên di paş malan da Keç û lawan mil di mil da Xerîbo! çi demeke xar û vîç çi bahozeke tund hat Bi ser kon û wargehê min da ç qedereka reş û nedîd Hat bi ser rûyê min da Li derdora xwe dinêrim ...û guh didêrim Ne bilûra şivanekî li çolana Ne straneke Kurmanciya kevin li zozana Ne bihna naneke sêlê, ku agir di bin da Ne qebqeba kewê zinarê Ne h’êlika girêdayî li pîknê çinarê Ne xumxuma meşkên buharê Ne telmeyekî germeşîrê bizinan ...û ne ava Kanîsarkê, goşiyek tiriyê şî di nav da. Xerîbo ! Hestiyên min di vê gorê de zer bûn ...û bilbilên aza di xefk û davên neyarî werbûn Heywax li min! çi rewş e li vê dûriyê çi tehlejîn e di vir da çi kul û janin? Rîş û şopên xwe kêşane di eniya min da ...û rohniya, ku ez pê digerîm Basikê, ku ez pê difirîm Bû guleke zer bûyî Bû mûmeke li ber bad û bahozan vemirî... ...û hêviyên min cifilîn di sîngê min da Xerîbo ! Ger ez mirim bila nebêjin ew ji me dûrket û em ji bîr kirin Pir kesên wek wî ji nav me bar kirin û rêya vegerê winda kirin Na..na.. Welat min, bûye balif û nivîna min Welatê min bûye egera mayîna min Welatê min ji min cuda nabe ...û dilê min jî ta roja çalkirinê jê vena be ...û jê têr nabe û hûn, zarokên gundê min Cotkar û mamhostayê min Hevser û hogirên xortaniya min Hûn her dijîn, wek xûna di damarên min Wek hozaneke Feqiyê Teyran Wek kilameke Perwer şivan Her di nav hiş û dil da Di nav hiş û dil da...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cankurd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz