Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Beşîrê Mele

Beşîrê Mele

2 görüntülenme 0 beğeni
Dayê ji kesra te bûme evîndar melûlya çavên te,dilovanya teyî bê binî te birîna xwe ji min vedişart ji himîna te keser dihatin xwar Min nas kir çima te navê min kir birîndar! dayê: ji bo birîn û kesera teyî di xwîna min de digerya… min berî da ber bi kanya keseran min da sre rêça guhestina tavan Dema min da rê tê bîra min, nerîna çavên te lerzîna lêvên te û givaştina kulmên te dayê… Tevda tîn da dammarên laşê min. di şevan de di germ û serman de ji bîr min neçûye dîmenê te dayê, Ne bêje lawê min çû ji bîr kir tama şîrê xwe hejandina dergûşa xwe ji ber qehra di dilê min dikelya min xwêdan û xwîn da axa xwe helbete helal bû ev keda te dayê ev canê min da ji kezeba te bû ev evîna min girt ji hezkirna te bû bila bên serdana min çavbelekên ciwan Bejin zirav û simbêl qeytan belav bikin axîn û keseran av bidin beybûn û naznazokan xewdî bikin Nîsanok û gulçîçekan Belkî bar bike ji welatê me Zordarî, nezanî, Xiyanet,qehr û kîn…Dayê Xwezî ji hev hez bikin çi mizgîne ji hev hez bikin malbata bavê te… wê ji hev bipirsin cîran û hogirêd min? gelo çawa çilo li kur? :çirûskek bûm min xwe noqî tarîreşê kir Tîreke kevnar dilê min xwîn kir Xincera xiyanetê bejin birîn kir Gengaze ronakî keda min Birûskek vê nexist Gengaze min perê simbilekî şil nekir lê min Etûna şehîdan bê êzing û pêtî nehişt min dîlana buharan bê şevnem û lîlan nehişt min peroka Mezlûm Egîtan bê ronak û agir nehişt bi vê goriya te Mestir dibe evîna te Firehtir dibe himbêza te lê jîn bike birazyêd min xwarzyêd min… dayê: Ji bîr meke avdana yasemîna min çandibû her nûrozekê şitlekê jê derîne bila bibe xatira min bila bibe diyariya min dayê: wê Xweşik bibe sênca malê lê kom bibin zarokê tarê êdî xema mexwe niho şefeqa xêrê li jore binaxkirina marê kore hilkişîna sêwiyan ser çayê Tore Buhar û bişkevtina laleya sore min sûnd xwaribû bi kesera te vê adarê vegerim ji bo kulîlka ber Kofya te bilîlîne dayê bilîrîn bi lîlandina te Xweşik dibin zarok Bi hêrs dibin keç û xort Bînxweş dibin gulîstan Bilind dibe Kurdistan Dayê dayika min.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Beşîrê Mele şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz