Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Beşîrê Mele

Beşîrê Mele

2 görüntülenme 0 beğeni
Dilo: xwe daye ber çi hêtî? li reha rwînê digerî, tu na tebitî? Kevokên perbelek ji vir firyane Reşkêzikan bi bûyerê vedane li vê hoxa wek mexelê Gakî çem bi çiyan ve têne daliqandin çiyan di deryan de têne xeniqandin Dem adarî li vî warî bûye volkan vejîn û azar tev pê têne sotin hêvya sêwî bi kesera xwer raza çi surşte eva şîr lêşikestî ! ew diqêryan di riwê ewran de bang rokê û bê dikirin tûrik û xurçikêd xwe, tev li vir vala kirin. janên xwe û xemên xwe bi xwe re birin û hilkişyan tenê dergûşek ma wîneyê perperîkek bask şikestî û mûmek xav, bi sitranek bê lêv li gel tembûrek yek tyêlî ma Dilo: ezê çi xwelyê li serê xwe kim ezê çi xeftanî xelatî bejna gula te kim ezê çilo û bi çi rêbazê gazî yara ser bi poşekim ! di şewitî di bê dengya xwede yar Beranê sor bi coşî bûye qurban te carkê agirê dizê xwe geşkir te carkê agirî girê xwe reşkir te jana arama qehra xwe vexwar ji nişkêve tu vêket û vemirtî te xwe ronak kir û te xwe temirand !!!! çi ev bi hevde dane nasîn? di sînga vê tehtebeşê de sênc herifî teht wek xwe ma dem qeliştî lat wek xwe ma ev cografya hişkane awaza rondikane guldankên bê gul mane şopeke veşartî li gewriya Guran e nebîne reş xerqye Dilbilo lo di bin çermî veşartiye kula do weke evîn xwişka jan û xemane şehîdên wê li jîngehan xwiyane birîna reş bayê bêjîn pisporin xemsar… cerdevanên sed salê bi zimanê qurmîşkirî garsê pûç didêrin dikin xweşikan biguherin…û xoşewîstan di taryê de veşêrin bi çolan bikevim,kirasê xwe bi qetîhim sînga xwe biqelêşim û xwê lê bi reşînim haho…dilo lalo keça gundî sitrana xwe ji bîr kir ! ne got Rindo çû sîpanê xelatê wilo Zîno herdem xwenan dibîne berî daye "rêka çûn û nehatê" [ ji mehbûb dûrkirm çerxê Felek wê pir hilavêtim nizanim dê li kudit min di vê dewran û çerxê da ] sê çerxên reş ket pey hev ji banî avêtim xwarê bûm fitîla di nêv Qîrê ji dîroka ser pelixî bi bûyerên pel weşîn takî ziravîdirêj kete nêka çend teşyan bû gulokek ji derdan li dolaba kerkerê… Dilo:hebana jan û keseran çi qederê tu anî vê navande bê ewle vê ahenga bê zave li vî gewdê sed perçe bê … û bê… Bûkê:bilbizêqê şîlanê Moryana canê razayî xewna te çak za berfa şevê goka zer soretirî kwîzê li dev xwazgînên qefilî tên berberoşkan çav li hêvya serrada genimane ji kevnequrman mîkutan dibirrin dibe ji Tifkê Tenûr bizê û ji parsuwê hizra quncikî Berhîm bizêt ji kulîlkên cinan çeleng vegirtî bi berbûne li rû mala silêman kî bê şima Kwîzê dilê dil veke hîmên mirî bi efsanên nû şîn tên Dilo: lehengên xewnên te ya pêximberin yan dînin ji çi werêvê diqolincin !? bi çi heyvanî di piçpiçin !? bi bûrîne: ev dilekurd dilê kêbe wê geh arebe wê geh sarbe wê geh dînbe wê geh şaşbe tenê yara xwe berna de… ev çivîka ber firê wek kulîlka ser firîk tîna bayê ber tavê bîna baran û axê dengkî got keskesore dînan gotin hilate hina got xwdê zane pişta xwe xistin rokê dan nimêj û werzêşê bi coşî,hêrs û rewan kirin Borîn bangvedan : çiya ezmanî deşta pembiwane li diyarî we civîna ewrarane li pêşya wene nêrgizên ter dilo kevir wer pasvan û avdanê tu lata destê Berhîmî Kevir pûtan dişkînî ku Dujeh arkî sitemkarbe nikarî te bi sotîne.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Beşîrê Mele şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz