Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Beşîrê Mele

Beşîrê Mele

2 görüntülenme 0 beğeni
Diz ketin Roxaneya vê sorgulê Bilbilê dilê min hîn jî serxweşe Gur ketin nêv koz û keryê berxikê şivanê serê min çira wî reşe … Gotina bi kevirî ve bê dirûtin Evîna bi windayê re bê çelîpekirin çêlîka ramanî di hêlînê de bê şelandin Xweşbîniya xeyalê zarokî pîrbibin…. Hêjî bi lorîka zerpirtûkan re xwe ditepîne dilo !? Bend û komikên şûn ruxsarî miryan Mirîşk bask şikestî ji Rovîdîkan ber digrin ! Ewran tifkir herî dibare Dîlana mirnêye Serbirçî û diltazî şerbeta binkevtna jiyanê digerînin Roj tine ku di kolanekê de mirin bi çirrê nalîze! Tilyên keleman,şiqamên diran qîç… çerx û dûlabên pirtûkan “digerpiçînin” Tîp di dirankiroskan de daliqyane Belkî ba bê li kozera peyva lalik ! Simbila zêrîn û xwşik dê ro bidê çar şemalin karin bi avê vêkevin Dil ji hişî çê hezbike yan rê bidê … Dem ji vê derê xeyidye poşkê nade nelivê wê bi çi bête pîvan temenê vê reşikê? Dêwê ji dêwa qimer ma … Her tişt ji xwarin û ganêre vehiştî Heyfa laşên nazik û terwende bê serîbin, Êmê hişê nêran ji bêndera pirtûkek gurîbin çavê kulîlkan di cejnan de li ber rehma Ewirkevirekî bin dilê:Hespê pevoka min şemûs û cir nexweş e Mêşekê ew sorkiriye kes nizane bi kud diçe ! Li vê panavê, ne tnê Ezraîl zindiyan dimrîne Dibe ku jîndarek bi hingavtina Minminîkekê jî bimre Bayekî hênik û xweş hebû li şeş hêlan,çû… nav bera du Memikan cuherê kerê reş e Bi derbirîna zimanê vê cografiyê: Dikarî bilbilê vê efsaneyê fêrî vekirina baskan bike? Tifka hizra pifdîne û ji ardwiê qedexeyî agirke û Tasa şaşikê ji ber kwîzê dîrokê bide alî? Tu dibê belkî ev newal, Mal zaroka xwedawendên qeherîn e derûnê min ji deng ketî bi dua yek xwedayî baskekî çêkirî ne damin Bi dest û lingan ketim tevna pîra jiyanxwir Weke Evdal dikim qêrîn li sîpanê xelatê dibe yar van çavên kor bi vîna xwe ronake? Barana perîka bê Quling diçe felatê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Beşîrê Mele şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz