Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bavê Tosin

Bavê Tosin

2 görüntülenme 0 beğeni
Seydayê min! Her tu berpirsyarê şkandina dilê min î Ola te ya nependî Laleşeke fireh di dilê min de Vekiriye Rojê sê caran Eniya xwe Li pûtê Anahîta didim Rojê sê caran Hember pûtê raboriyên te radiwestim û hîn Te berê xwe ji min guhertiye Seydayê min Efsaneya bîranîna te dixwînim Pel bi pel û her û her Girnijandina te çîrokên azadiyê dilorîne De vegere! Ne me çêkirine Xewna min û te sar nebûye Lê em ji bendewariyê diwestin De vegere! Te sînorên nû Ji aramê re datanîn û min tê de dilîst Reşo Tu di bîra min de Kela Nebî Horî yî Dengê te bi çemê Efrînê re Di raboriyên min de diherike Dara zeytûnê Rûbar û sûlavên te Di mejiyê min de kolayî ne Yek caran Li ber lingê pûtê Sînemeya Amûdê û yek caran Di nav kulîlkên Kefercenê re Tu pêrgî min dihatî Yek caran Ez û tu Bi ava Meydankê re Têne xwar û yek caran Em ji Heredere Ditirsyan. Reşo! Ger tu yê werî Ez ê di Laleşa Arta de Vî temenî bi nimêjê Di bendewarya te de, biborînim. De vegere! Reşo! Min gelek hêsir Ji himbêzkirina te re Veşartine Sirûda min û te nîvco maye û gelek pevekên serjêkirî Ji ferhenga te kût mane Reşê min Girek ji zater û indeko Min berevkirine û helbesta xewna bêdawî Ez ê derxim Pêşwaziya te Reşê min Ez nexeyidî me lê tenê min diva Em sirûda xwe Bi hev re Berdewam bikin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bavê Tosin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz