Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bavê Tosin

Bavê Tosin

2 görüntülenme 0 beğeni
Erê Eyûb Em Eyûbin yan tu? Dilê me gwîza siwara ye Di destarê demê de Bi destê sitemkaran Tê hêran Hîn jî tu me dilorîne “Menal berxê mino menal” Em şaneşînên birçîbûnê Ava dikin Dergûşa Xewnên beravêtî Himêz dikin û hîn Tu tariya şevên me Pîroz dikî şevên kelogirî Li ser ciwaniya me Li ser temenê me yê Dagîrkirî bi kul û derdan şevên bê leheng bê şoreş bê aso şevên ku xwe ji xwîna me Daweravtine şevên herifandina Dîwarên arama Eyûb Ey Eyûbê gunehkar Em Eyûbin yan tu? Te çawa arama me dizî û li sitûnên Qurmiçandina temenan Bela dikir û dîsa me dilorîne “Menal berxê mino menal” Bi lorandina te Agirê hinavê me Diherike Hêsrên mendalên Kurdistanê Dibin lêmişt û Qeyika tenî giran giran Li biyaniyê Li penaberiyê Digerînin Bi gerê re Giran dibe barê me Bese Eyûb Vî barî Vê sitemê Sînorên arama xwedê Derbas kirin û hîn jî tu qonaxên nû Cot dikî û arama xwe Li ser sînga me şîr didî Bese Emê Jî carekê çîroka Derwêşê Evdî Ji te re bêjin Da ku Vezelandina arama te Nema têra Firebûna baskên me bikî De bêje Eyûb Kî EYûBE???.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bavê Tosin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz