Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bavê Tosin

Bavê Tosin

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji mêj Ez li te digeryam Berî dadana agirê dojehê Ta piştî şewitandina zindana Hisiça Ez li te digeryam Bê rawestan Anahîta dilbijok Dil ketibû azara min Arama min Anahîta devê Dojehê Di dilê min de vekir Di nav şewitandina Dilê min û şewitandina Zindana Hisiça de Anahîta kelogirî dibû û li ber kêlên Sînemeya Amûdê Rûnişt û girya û girya Ez li te digeryam Tu ya nayê salixdan Ji girnijandina Lêvên xwe Yezdan tu afirand Bi meya yezdanî Li ser kavlên Helebça Tu şuşt Di kêşandina Girnijandina tede Anahîta di westiya Ez li te digeryam Geh tu diçû Geh tu dihat Dorpêçkirî bi yezdanan Li hespê keskesorê Siwar dibû Geh tu dihat û geh diçû Bi çûnate re çiya stewr dibûn Hespê Derwêşê Evdî Diterpilî Gava tu dihat Girê MOZA Derdiket pêşwaziya te Edûlê dilîland Ez li te digeryam Bi çûna tere şERMOLA Qêrîndike: “kuro lawo Girê MOZA berbatkirin" Geh tu diçû û geh dihat Ez li te digeryam Kolan bi kolan Derya bi derya Geh tu diçû û geh dihat Anahîta serxweş dibû Ji guvajtina dilê min û efsaneya Evîna min û te Nîvcodikir Ji lewra me jî Qevdek hêstir Li ber serê wê Datanî Ez li te digeryam Te li hespê dikirin Bi lîlelîl Lê te nakin bûk Têlên bi stirî Dîwarên bilind Deryên hesinî Xew li te giran bûye û te xewa xwe Davêt ser çavên me tevan Geh tu diçû û geh dihat Ez li te digeryam Yek caran Min tu didît Tu dibû rewrewk Li meydana çarçira Sê hêviyan Xwe darvekirin Qêrîna Girê MOZA Di benda de Kêferatê dike Kewa gozel Di gola Wanê de Hêlîn avakirin Min yek caran Tu didît Lê rewrewk bû û yek caran Di nav toza siwaran de Lê tu dîsa diçû Geh tu diçû û geh dihat Ez li te digeryam Ez li te digeryam Qorzî bi qorzî Li vî welatê ku bûye çandira mişixtyê Gund bi gund Gelî bi gelî Mizgeft û Laleş Bê rawestan Ez li te digeryam Her gavekê û kêlek şiyar dibû Her gavekê Qundaxa tivingek birakujyê û xewnek serjêkirî Vedciniqî û her gavekê û her gavekê Gulek Ji dilopek xwîn dipişkvî û ez li te digeryam Ji mêj ez li te DIGERYAM.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bavê Tosin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz