Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Arşevê Oskan

Arşevê Oskan

2 görüntülenme 0 beğeni
Avdar dîsa gul hişkir Dîsa cîhan di çav reşkir Dilê koledaran xweş kir çima avdar tu dil har e Gul û bilbil diponijin Dost û heval diqijqijin Rondik ji çavan dirijin Buhar bêyî Tîrêj sar e Bibêje Tîrêj bibêje Dilê dayikan bibrêj e Dem û dewran li te gêj e Tu dermanê jara mar e Tu hem çav û hem ziman î Bo derdê mezin derman î Tu şagirtê seyda Xanî Koça te xiste dil ar e Tu dilgîrê av û ax e Were wan rûpelan raxe Dizanim di dil de dax e şewata ar dilkir war e Zimanê kesê bindset e Bilbilê diljar û mest e Herdem bi hêvî û mebest e Li ser milan giranbar e Piştî te kî bidî pesnan Bipîve bejna Kurdsitan Rêzbike gotin û hestan Ji janê tu bi hewar e Emê buharekê çêkin Navê seyda li bejnê kin Bilbilan tê de bi rêkin Ev bo me hemya biryar e şaristaniya me pîvand Derd û xemê me lê civand Tovên jîndariyê te çand Li pêla demê siwar e Karwanê derd û êşana Bilbilê sîka zozana Bavê cûdî û Sîpana Zimanê qata hejar e Me êşên xwe bi te naskir Serî li ber kêlê xwar kir Te nifşên ciwan hişyar kir Ji bo te ew dost û yar e Bila buhişt serfiraz be Li asoyê wê tu baz be Li wir jî tu bi daxwaz be Welat ji bîra te nar e Xort û keç tev dilbirînin Wê berhemên te bixwînin Hestan li te dicivînin Navê te bo wan xweş kar e Sipas ji bo dayika Kurd Ku yên wek te çêkirine merd Bi me naskir kovan û derd şopa te bo me her çar e Tenahî li ser giran e Hestê wî dikî talan e Tenik giyan û rewan e Tenê gazin ji Avdar e 1-5-2002

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Arşevê Oskan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz