Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Arşevê Oskan

Arşevê Oskan

2 görüntülenme 0 beğeni
* çavên min şiyarin li hember, asîmanekî raxistî Bêqonaxiya sitêran û Pîvana bêçariyê himêz dike Dem derbas dibe Bi giranî pêlên xeman Di ser hev re dibûrin û berbang dereng ma. Hêsir di çavan de sarbûn Pênûs di nav tiliyan de lalbûn Raman li hev çelqiyan Ta ku li her ronahiyê berbang Derd û êşên xwe şîrove bike Lê berbang dereng ma. Ez û dosta xwe Li hev digeriyan di tariyê de Di şevên bê ronahî de Me hev winda kir Di hêlana evîneke dijwar de Bi hêsanî em gêjbûn û berbang dereng ma. Sitêr mîna leşkerên hejar Di bêdengiya şevê de Bê dahol û vedeng Li bendî serleşkerekî mezinin û wisa bê rol mane Heyv xwe li badike bi payedarî Carê pesnê bedewiya xwe dide û dilê min nabije Ronahiyeke parsek Ez jî mîna te li bendî berbangê me Lê berbang dereng ma. Gazinên min Li ser zimanekî dirêj Tên birrîn û bê ser û ber dibin Her tişt bê berbange, qedexeye Gazin, hêvî, azadî, evîn û helbest. .! Lê berbang dereng ma. 08.02.1999 * Mîna bîranîneke bi şewat Ez navê te di ramanan de dihûnim Roja hevdînê, Roja nêçîrê, Ji bo awirên te dibim armanc Tevî ku Tîra te jiyana min bêçar dike Lê, ji bo rojeke dî dihûnim Li pişta lêvên te û Li ber awazên kenê te Sîstema jiyanê dirêsim. Mîna bîranîneke bi şewat çîroka te di keserekê de şîrove dikim Lê ku dest pêkir, zayîn pêktê Bi çend guleyan, hate kuştin Hate sotin di agirê dilê xwe de Hate veşartin Bi dawîbû, mîna bîranînekê. * Eger min gazinên te Bi baweriyên xwe ve Girê nedana Wê çima hespê min Ji bo çend dilopên xwînê, Li pişta çiyakî sergever Siwar bihata …?! Ma qey Te nizanî ku ez bûm Siwarê hespê boz ?! Min dest Bi cirîda demê kir Di nav pêlên leylaneke Mişext de. Bê pêl avjen dibûm û bi şîrrîneke dîrokî Dest pê bû Bi du lingan Hesp ber bi aso ve Hilkişiya. * çi guneh bû Ku min omîdên xwe Bi hêviyên te re Girêdan De bila Pêl li hev biçelqin û wêneyeke nû Di evîndariyê de Bi elend be. Her zimanek rêzimanek heye Evîndar tev yek ziman in …! Her karwanek Warek heye Karwanê rêça azadiyê yek war e …! Her yarek Dildarek heye Mirov tev de yar in …!. çi raxistin Di şanoya dilê min de Pêk tê …!! Tu Qehremana çîrokê yî. Ez Mem bim Tu Zîn bî Em ê beşek ji dîrokê bin û Mêrxasê çîrokê bin Wekî bîhokan. Nigarê sînga te Rengîn e şoreşeke bê sînor e Leşkerên wê Nêçîrvan in Amede ne û şopvanin Serhedîn in. * Seba çi ye ? Bi berbangê re Dil tijî xem e Bi rojavayê re Dil bi şewte Dil tijî kul û kovan e. Mejî tijî niyaz û raman e Geh cengekê li dar dixin û geh Ramîsanan li rûkê hev diçînîn û govenda xwe dixemilînîn. Seba çi ye ? Geh kavil xaniyên xwe Dimêjin û mejî ramanên xwe Davêjin û radiwestin ….. Nav li ser zimanan Nayêne kolan û belav nabin Kolan bi kolan Ta ku li asoyêd xemgîn Bibin mêvan û li derd û xemên xwe Biçêrin û biçêrin. Gelo rast e ? Mem ê, di gorê de, Bi Zînê şa be û her du giyan Li esîmanan berba bibin ?!. Yek caran. .. Mirov piştî mirina xwe Xunc dide. Seba çi ye ? Her sitêr, Ji banî, tête xwar Sitêra Mem û Zînê Nayê xwar, Ji dilê Xanî.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Arşevê Oskan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz