Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Arşevê Oskan

Arşevê Oskan

2 görüntülenme 0 beğeni
Xewnên bi keser Li rûbarê hêviyan diçêr in Kevokên birçî Bi nikilan Li deriyê bîranînan did in û beyarên mirinê diqewrînin Damarên ku Bi êgir hatine pêçan Nema bi qamçiyên demê digirîn Serê kaniyên demê Pêlên şolî diherikînin Li mijankên kelogirî Asîmanên xemgîn Nema hêsiran dibarînin Bi ser dêmên beyar de Tenê bendewar in. Ne sîdana zindanan Ne veşartina daristanan Ne koçkirina ji waran Tev de qedexe ne xanim Em rojekê şad nebûn Bi awireke azad Li bejna welatê rojê Miradên çelînî Ji dil guvaştin Ez nema dikarim Bi stêran re bikenim Bi çiyan re biaxivim Tenê dikarim .. Di himêza zindanekê de Razim û bimirim Rûpelên hestê xwe Ji dîrokê re bihêlim Yan di ber bahozên Xewnan de berdim. Da ku palçimokên şevan Li wan venerin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Arşevê Oskan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz