Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Adar Jiyan

Adar Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
ji mêjuya serdemên sincirî dinisilîn demsalên spîsar û di nîrekî bêxêr de nêrînên nêrmo diherikîn nava dilê rûzemîna bêwar çarenûsa bêxêr xwe dida tenîşta bêbextiya bêar û nola siwarê hespekî bêhevsar bi çargav dida ser riya rêwîtiya bêoxir û li eniya erdnîgariya çarnav dibû mêvan bêşermiyê kon vegirtibû li şevên mazûbaniya bêmal û şirîkên zewaca bêdil dibin asîmanê bêtav de bi bêhêviyên stewr re temen afis dibû û di rojên qemer de diwelidîn zarokên bênav di wexteke bêbext de ji dayik dibûn miriyên bê meyt qîrîn diqurimîn di himbêza giriyên bêdê de û şahî dicûtin hinavên bêcan mirin aş dibûn li nik êvarên bêhawar û di newalên kûr de winda dibûn nalînên bêhal di pêsêra keserên bêhnteng de olan didan sewtên lal kîn dilebikîn kerb dikeribîn axîn dixeniqîn di nav kenên bêrû de û di asoyên teng de asê dibûn axînên dayikên bê zar di tarîya şevên bêşeveq de di-aliqîn xeyalên bênîgar û xewên bê xewn ji keçanî dixistin awirên bêçav kêf û şahiyên bêken di bêzeyiya malbavaniyê de dibûn xopan şîn mexel dihatin li guherên bêdil û zêmar diniqutin ji çavên bêkil reş dixemilîn bûkaniyên dest bi xwîn diçilmisîn biharên bêmirad tî mabûn kehniyên jînê û çem dimiçîqîn ji tîna cendekên bêkiras demek hat çûn ava esrên bêtav û ji nûv de hilatin hêviyên ciwan firoke bûn naşiyên bênîşan nola firîşteyên bêzayend û bê war li hember bêşîrîtî û bêşîretiyên şerûd û ji inta wezreyên bêwerz re gurz bi gurz vedijiyan û zo bi zo dibişkuvîn diperisîn ro bi ro ferşik bi ferşik diqelaştin zikê bişavkeriya bêşeref û şane bi şane difeşikandin mêjiyê mêjûya bêar li pişt heft deriyên bêmifte di kuna bizmikên bêziman de ji sê darikên bêniftik û bi çar canên neftkirî çar ciwanên çeleng çar çar li xwe pêçan û xwe li çar canan li nav çar dîwaran ji çar dengan bûn çar qîrîn bi çar hawaran giyan dan vînê jîn vejiyandin li dar xistin sêpêkên bêdar û dardekirin temenê dîroka kal

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Adar Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz