Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Adar Jiyan

Adar Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
Her gav li ser te dilxwîn im Sorgul tu wî bilbil ez im Ji bo te ez har û dîn im Yaram tu wî bi dil ez im Bi kud’ herî li dûv te me Bi hesreta bejna te me Ev çend sal e l’ benda te me Rêyam tu wî rêwî ez im Tu car bêy te debar nakim çare tune te terk nakim Xwîna xwe bi ser te dakim Ka’bam tu wî qurban ez im Bêy te bihurîn salê min Were bibîne halê min Feda be mal û canê min Warêm tu wî wêran ez im Xeml û demsala biharan Ji min qetandin neyaran Bo te dikolim giyaran şîrîn tu wî Ferhad ez im Te şax berdan tak rîhanê Bêhna xwe daye cîhanê Dîlbera Qesra Botanê Zînê tu wî Mem jî ez im Ji te dûr im tim xweser im Dilbikul im bi keser im Li ser Sîpanan digerim Xec tu wî Siyabend ez im Tu kulîlka serê leman Goşt heliya hestî neman Ji bo te pirr dixwim xeman Hekîm tu wî birîn ez im Sing û berên miftekirî Wekî heyva perdekirî Ji bo min bihêl vekirî Bermal tu wî mêvan ez im Bi qîrîn û bi awaz î Dikim hawar dikim gazî Dil ji te pêv kes naxwazî Welat tu xwedan ez im (12 Berfanbar 1993)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Adar Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz