Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Xelîl Xeyalî Modan - Kurdekî Sade û Xwende

Stokta Yok

10 %
381 TL 343 TL
Kategori
Wêje Roman
Ürün Detayı ▲

İçerik

XELÎL XEYALÎ MODAN (1864-1946), rewşenbîrekî Kurd ê serdema Osmanî ye. Ew zimannas, nivîskar û wergêr e. Wî, di salên navbera 1908-1914an de, bi Kurmanciyeke zelal, di weşanên Kurd Te‘avun ve Terakkî Gazetesi, Rojî Kurd û Hetawî Kurdê de fikrên xwe yên nûjen belav kirine. Piştî Herba Cîhanê jî bûye yek ji avakarên kovara Jînê. Herwiha wî, ji komeleyên wekî Kurd Te‘avun ve Terakkî, Kurd Neşr-i Ma‘arif û Hêvî re pêşengî kiriye û bi vî rengî bandoreke mezin li serdema xwe kiriye: Ekrem Cemîlpaşa ji bo wî “mamosteyê Kurdîtiyê” gotiye, li gorî Mehmed Mîhrî ew “yekane zimannas û edîbê muhterem ê Kurdan” e, Qedrî Cemîlpaşa heyranê wî ye, Seîdê Kurdî ew ji bo xîreta millî wekî nimûne nîşan daye. Mijara vê xebatê jî jiyan, berhem, fikriyat û têkiliyên Xelîl Xeyalî ne; armanca wê jî wekî monografiyekê bi kûrahî û ji her alî ve nasandina Xelîl Xeyalî ye. Çimkî nivîsên wî yên li ser ziman, dîrok, wêje û civaka Kurdî û lebatên wî yên di nav komeleyên Kurdî de, ji bo dîroka ronakbîriya Kurdan muhîm in. Ji Meşrûtiyeta Duyem (1908) heta dawiya serdema Osmanî (1923), ji bo Kurdiya nivîskî, modernîzma Kurdan, destpêka edebiyata Kurdî ya modern û avakirina nasnameya neteweyî serdemeke rengîn û berhemdar e. Wekî mekan jî navenda vê serdemê Stenbol e ku Xelîl Xeyalî wî çaxî li Stenbolê ye û yek ji avakarên “Qonaxa Stenbolê” ye. Loma naskirina Xelîl Xeyalî, di heman demê de têgehiştina vê serdemê ye jî.


Ana Depo
100
İndirimli Fiyat
225
Para Birimi
₺
Sitede görünsün mü?
1
Satışta mı?
1
Vergi Oranı
20
Desi
0
Ürün Kategorisi
Biyografi
Yayınevi
Nûbihar
Ziman
Kurdî
Çapa Çendan
1
Cinsê Kaxiz
70 gr. holmen
Edîtor
Dr. Ayhan Yıldız
Dîroka Çapê
2025
Mezinahî
13.50x21.00 cm
Rûpel
246
Cûreya Bergê
Karton

İlgili Ürünler

AMEDI
-10%
🛒 0

Sepetiniz