Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

TRAWMA, KRÎZ Û BAŞBÛN: NÊRÎNEKE BIYOPSÎKOSOSYAL

Stokta (100 adet)

10 %
710 TL 639 TL
Kategori
Wêje Roman
Ürün Detayı ▲

Açıklama
<p> 6ê Sibata 2023an, li Tirkiyeyê wekî “karesata sedsalê” hat qeydkirin, li 11 bajaran bû sedema zêdetirî 50.000 mirî û nîşaneya hilweşîneke mezin ku koça navxweyî ya girseyî pêk anî. Du erdhejên navenda wan Mereş, jiyana bi mîlyonan mirovan seranser guhert û li ser kesên saxmayî şopên kûr hiştin. Xwezaya jinişkave û nediyariya trawmayê bû sedema bertekên derûnî yên berbelav ên mîna nexweşiya stresê ya piştî trawmayê, anksiyete, depresyon, sûcdarî û xemgîniyê… Têgihîştina “qada ewle” ya mirovan ji binî ve hejand. Bi taybetî komên hesas ên mîna zarok, jinên ducanî û xebatkarên tendirustiyê yên tevlî midaxeleyên acîl bûne, bi awayekî ne di heman astê de di bin bandora vê trawmayê de man û pêdiviya wan bi mekanîzmayên piştevaniya derûncivakî ya taybet hat dîtin. Ev kiteb, ji bo bersivdayîna pêdiviyên giring ên ku piştî van pêvajoyên zehmet derketine holê, hatiye amadekirin û nêrîneke biyopsîkososyal pêşkêş dike. <br />Ev çavkanî, berhema projeya perwerdeyeke berfireh e ku bi hevkariya saziyên navneteweyî û herêmî ji bo pisporên qada tendirustiya derûnî yên li qadê, hatiye sazkirin. Kitêba bi navê “Trawma, Krîz û Başbûn: Nêrîneke Biyopsîkososyal”, zanîn û tecribeyên pisporên ji disîplînên cuda digihîne hev û armanca wê ew e ku bo pisporên tendirustiya derûnî yên li qadê bibe çavkaniyek. Kitêb; bi beşên teorîk ên ku bingehên polîtîk û civakî yên trawmayê, norobiyolojî û bandorên wê yên geşedanî vedikolin, dest pê dike. Di berdewamiya kitêbê de, ji alîkariya derûnî ya pêşîn û birêvebirina krîzê bigire heta EMDRyê û terapiyên reftarî yên venasînî yên li ser trawmayê ku xwe dispêrin delîlan, rêbazên midaxeleya pratîk tên pêşkêşkirin. Di beşa dawî de jî rola giring a sepanên xizmeta civakî ya piştî karesatê, stratejiyên serederîkirina bi trawmatizasyona duyemane re ya xebatkarên trawmayê û modelên xweragiriya komê yên bêyî alîkariya pisporan, bi hûrgulî tên nirxandin. Ev kitêb, bi wê armancê hat amadekirin ku cîhana tevlihev a êşê bê fêmkirin û bo başbûna mirov bibe rêberek.</p>
Dili
Kurdî - Kürtçe
Sayfa Sayısı
312
Boyut
13,5x21,5
Basım Yeri
Berdan Matbaası - İstanbul
Basım Tarihi
2025
Baskı
1
Çeviren
Abdulsıttar Özmen
Resim Sayısı
1

İlgili Ürünler

AMEDI
-10%
🛒 0

Sepetiniz