TARÎXA DEWLETA KURDAN
Stokta (100 adet)
Açıklama
<p>Di vê kitêbê de dîroknas Hezrecî qala rûdan û qewimînên di navbera salên 1175-1257an de dike. Nivîskar bixwe di serdema Selaheddîn Eyûbî de jiyaye û gelek agahiyên ku li ser Dewleta Eyûbiyan dane wek çavkaniyên sereke ne. Çunkî wî agahiyên xwe ji şêxên xwe, ji hevdemên xwe, ji xwendekarên xwe û ji hevçaxên xwe bihîstine û ew bi nêrîn û çavdêriyên xwe jî xurt kirine. Wî sal bi sal bûyerên wê desthilatdariyê carina bi berfirehî û carina jî bi kurtî rêz kirine û ew yeko yeko di beşa wê salê de diyar kirine.<br />Kitêb her çend li ser Dewleta Eyûbî ya Kurd be jî, tê de li ser gelek bûyerên hawîrdorê yên Dewleta Eyûbiyan jî rawestiyaye. Mîna rikberiya navbera Selaheddîn û hikimdarên Zengiyan yên piştî Nûredîn Zengî di destpêkê de. Hinek bûyerên ser Dewleta Xwarizmiyan û pêwendiyên wan yên qenc û xerab bi kurd û moxoliyan re.<br />Herweha di kitêbê de weke erdhejên herêmî, êş û webayên navçeyî, xela, volkan û rabûna ava çemên mezin ên mîna Nîlê û li ser karûbarên civakî, avadanî, pîrozbayî, şahî û cejnan jî agahî hene.<br />Ev kitêb bi taybetî ji bo ronîkirina dîroka Dewleta Eyûbiyan û bi giştî jî li ser dîroka kurdan yek ji wan çavkaniyên herî giring e.</p>
Dili
Kurdî - Kürtçe
Sayfa Sayısı
472
Boyut
13,5x21,5
Basım Yeri
Berdan Matbaası - İstanbul
Basım Tarihi
2025
Baskı
1
Çeviren
Emîn Narozî
Resim Sayısı
1