ŞORIŞA XEBERA
Stokta (100 adet)
Açıklama

Vê berevokê him ji aliyê naverokê, him jî aliyê sazimaniyê (konstrûksiya) va belkî
rênîşeke nû danî di nava lîteratûra kurdêd Ermenîstanê da. Çerkezê Reş di nav
xeberdana kurdî da wan xeber (peyv) û cûrên pevgirêdanan pêk tîne, kîjan ji ruhê
çanda kurdîtiyê tên. Ev berevok hatiye fikirandin û sêwirandin çawa kitêbeke tam. ~
Eskerê Boyik

Ji bo çi helbestvan navê pirtûka xwe daniye Şorişa Xebera? Şik tune ku xeber-peyvên
xudanê pirtûkê dibine xet-hevokên kûrfikir û felsefî, rastî-nerastiya jîyanê va
perwerdekirî, bi kul û derdê gelê wî va dagirtî, bi hêvîya serbestî û azadîya welatê kal û
bavê wî va xemilî. Lewra xeber-peyv dibine fikir-raman, fikir-raman jî şorişê dadixin. ~
Prîskê Mihoyî

Çerkezê Reş ji wan kesan e ku ji wan ra dibêjin merivên wiha di sedsalekê da carekê ji
diya xwe dibin. Wek helbestvan, eger nav û dengê wî gelek belav nebûbe jî, ew jî ji wê
ye ku fîlosofiya wî ya şayîrtiyê tam nehatiye fêmkirin û qîmetkirin. ~ Têmûrê Xelîl

Şiêrên şayîrê cahil ji çevkaniyêd ruhê cimaeta lê tên, ew derheqa bedewtiya merivan,
tebiyetê û rastiyê da nin. ~ Tosinê Reşîd

Çerkezê Reş doktorê zanînên fîlolojiyê û karkirê civakî bû, lê ya here muhîm, wî di van
hemî waran da rêç û şopeke ewqas kûr dû xwe hişt ku wê weke xeta cot zû bi zû
nekele, neyê hev, rast û dûz nebe, lê wê weke xwe bimîne hetanî edebiyat û çanda
kurdî jiyana xwe berdewam bikin. ~ Wezîrê Eşo

Dili
Kürtçe/Kurdî
Sayfa Sayısı
168
Boyut
13 x 19,5
Basım Yeri
Berdan Matbaası, İstanbul
Basım Tarihi
2024
Baskı
1
Çeviren
Mustafa Kılıçaslan
Resim Sayısı
1