Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seta Guldesteyek Edebiyata Almanî

Stokta (5 adet)

10 %
719 TL 647 TL
Kategori
Wêje Roman
Ürün Detayı

İçerik

Seta Guldesteyek Edebiyata AlmanîJi Hewşa Xelkê -Guldesteyek ji Kurteçîroka Almanî-

"Ji Hewşa Xelkê", kevirekî piçûk ê rengîn e ji mozaîka edebiyata cîhanê.

Ew dide pey awayek ji awayên çîrokan: 15 kurteçîrokên Almanî vê carê bi Kurdî, kul û gulên ji kûrahiya dil û mêjî radixînin ber çavan.

Heft nivîskarên navdar ên Almanîaxêv; serpêhatî û azmûna mirovahiyê, derd û kulên mirov, mîrateya şer, mêtingerî û netewperestiyê, êşa zaroktî û ciwantiyê bi şêwe û awayên cihê cihê dihûnin.

Tevahiya van kurteçîrokan di edebiyata Almanî de xwedî-cîyekî qaîm e. Ji ber hindê di antolojî, berhevok û kitêbên dersan de jî wek nimûneyên herî baş cî digrin.


Deriyê Dil

Bi vê berhemê heyşt giregirên ji edebiyata Almanî, Deriyê Dil xwe bi Kurdî vedikin. Wan hetanî niha li gelek deriyan dabûn ; îcar dora Deriyê Dilê me ye. Hebûn ziman; ziman jî gotin e. Gotina herî giran, tije, xweş, efsûnî û kûr jî şiîr e. Di 47 şiîrên ji welatekî dûr û ji dem û dewrên cihê de bi mecaz, alegorî, îronî û ahenga peyvê derûnî û serboriya mirov û hebûnê xwe nîşanî me didin û çirayekê ji me re jî vêdixin. Dem, dema şiîrê ye. Em guh bidinê û li vir gotina xwe bibirrin. Goethe çi gotibû ? Belê, pisepisa evînî ya şaîran Horiyan jî derdixe ji rêyan


Ji Şairekî Ciwan Re Name

Di vê kitêba hanê de Rilke di deh nameyan de fikr û ramanên xwe yên di heqê mijarên wek edebiyat û nivîskarî, jiyan û mirin, bûn û xwedîbûn, tenêtî û civakê de tîne ziman. Ne tenê muhtewayê nameyan, herwiha awayê xweîfadekirina şair jî rêyekê ji xwendevanên wî re vedike. Her nameyek ceribandineke felsefîk e. Belê, wekî amadekarê kitêbê, Franz Xaver Kappus gotiye: "Û gava li ciyekî yekî mezin û tekane qise dike, divê yên piçûk bêdeng bin."


Sirra Bi Kul

Ev romana Sirra Bi Kul dide pê serboriya dê û zarokekî. Dêyek dixwaze macerayan bijî... Kurê wê dixwaze were hezkirin… Hezkirin û macera dibin fetl û ger; û dêya ji jiyanê têrnebûyî û zarokê nazenîn dikişînin nava xwe. Nivîskarê navdar Stefan Zweig di vê romana efsûnî de valahî, qelsî û kêmasiyên jiyana mirovan bi çavekî psîkolojîk vedibêje… Psîkolojî û çîrok bi qelema Zweig têne hûnandin û jê nimûneyeke edebiyatê ya cîhanê derdikeve holê. Xwendevan, bi saya vê kitêbê hîn dibe ku bi çavekî psîkolojîk li têkiliya bi malbatê re binihêre…


Liste Fiyatı
780
Para Birimi

Sitede görünsün mü?
1
Satışta mı?
1
Vergi Oranı
0
Desi
0
Yayınevi
Nûbihar
Ziman
Kurdî
Çapa Çendan
1
Wergêr
Abdullah İncekan
Dîroka Çapê
2023
Mezinahî
21.00 x 13.50
Rûpel
140
Cûreya Bergê
Karton Kapak
Cihê Çapê
İstanbul

İlgili Ürünler

🛒 0

Sepetiniz