SERPÊHATIYÊN MIN ÊN BI HEQÎQETÊ RE
Stokta (100 adet)
Açıklama

“Ji bo mirov bigihîje pakbûna mikemel, divê di zihn, axaftin û kiryaran de xwe bi temamî ji hewesan bişo; divê ji hestên dijber ên mîna evîn û nefret, hezkirin û redkirinê xilas bibe.”
“Ji min ve wer xuya ye ku zeftkirina hewes û arezûyan gelekî zehmettir e ji fetihkirina dinyayê ya bi hêza çekan.”

Mohandas Karamchand ango Mahatma Gandhi li hemû cîhanê wekî sembola heqîqet û bêşidetiyê tê nasîn. Neteweperwerekî dijî mêtîngeriyê bû ku "Hindistan ji hakimiyeta biyanî rizgar kir û bi têkoşîneke aştîxwaz û bêxwîn ramangerekî kûr jî bû ku hin rêgezên ebedî danîn ber dinyayê bo rêbertiya têkiliyên mirovî û helwestên navneteweyî."
Gandhi sala 1893yan diçe Afrîkaya Başûr. Li wir zilm û zordariya li ser hindûyan ferq dike. Berxwedana pasîf ku bi wî li dinyayê belav bûye li wir tecrûbe dike. Sala 1915an di 45 saliya xwe de vedigere welatê xwe û li hember cudakeriyê û baca zêde gundî, cotkar û karkeran hişyar dike û protestoyan bi rê ve dibe.
Sala 1921ê pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Hindistanê dike. Armanca wî ew bû ku feqîriyê kêm bike, çarçoveya mafê jinan berfireh bike û bi dostaniyeke olî û etnîkî serxwebûnê bi dest bixe.
Heqîqeta Gandhi nefs bû. Ew kujerê nefsa xwe bû û bi vê helwesta xwe hemû çand di dilê xwe de kiribûn yek. Gotinên wî ku dibêje, “Naxwazim dîwar hebin li her aliyê mala min û şibakeyên min girtî bin; dixwazim çiqasî mimkun be, çandên hemû welatan xwe li mala min bigirin lê red dikim ew lingên min ji erdê bibirin” nîşana vê dilfirehiya wî ne.
“Serpêhatiyên Min bi Heqîqetê re” mirêka jiyana Gandhi ye, em serboriya wî bi zimanekî zelal û jidil ji wî fêr dibin.

Dili
Kürtçe/Kurdî
Sayfa Sayısı
432
Boyut
13,5x21,5
Basım Yeri
Berdan Matbaası, İstanbul
Basım Tarihi
2023
Baskı
1
Alt Başlık
MAHATMA GANDHI
Çeviren
Fahriye Adsay
Resim Sayısı
1