SERHATÎ
Stokta (100 adet)
Açıklama

Ev berhevoka nivîskarê navsere yê dewra Sovyetê, Babayê Keleş, ji çardeh çîrokên sirêder pêkhatî bi hêzeke hewandî ya kurmanciya Serhedê ve hatiye nivîsîn.
Babayê Keleş di van çirokên xwe yên bêdem de li ser dîlemmayên rastî-derewî, guman-bawerî, bah-arezû û xapînokên jiyanê hûr dibe; wan mîna hostage realîzma exlaqî Tolstoyê kal dinitirîne, kûrahiya hestên mirovan vedikole û bi karakterên dewlemend ramanê radixe ser kaxez.
Lê bedbextiya vê pirtûka balkêş ew bûye ku di wextê de destûra weşanê nedanê ku bê çapkirin, ji ber çend sebebên wek dij-konteksta îdeolojîk a Sosyalîzmê, vegotina hevşabûna edebî, xirabnîşandayina esker û karmendên dewletê û kirîtîkkirina sîstemê û bêçaretiya ferdan hwd.
Bil’eksê tiştên jorîn, di van “Serhatî”yan de dewlemendî, yekserî û pirrengiya zimanê Babayê Keleş kifş dibe û nivîskar wek pêşengekî moralî yê dilşewat, lêgerînereke bênavber a rastiya civaka xwe eşkere dike. Kerem bikin hewzê çîroknivîsiya xurt a Babayê Keleş vekiriye û xwe tê de bin-av bikin.

Mustafa Kılıçaslan

Dili
Kurdî - Kürtçe
Sayfa Sayısı
176
Boyut
13 x 19,5
Basım Yeri
Berdan Matbaası - İstanbul
Basım Tarihi
2026
Baskı
1
Çeviren
Prîskê Mihoyî
Resim Sayısı
1