SERCEM ŞI’RÊN JAMES JOYCE / COLLECTED POEMS OF JAMES JOYCE
Stokta (100 adet)
Açıklama

James Joyce di hişê cemawerî de bi gewre-berhema xwe Ulyssesê ve bûye yek, li gel nasyariyeke nisbeten berbelav bi pexşanên wî yên din. Şi’r û şa’iriya wî gelekî kêmtir hatiye naskirin û her li perawêzê maye. Reng e eve yek ji xedrên mezin be di edeba modêrn de. Lew re ji bilî hindê ku wî pêşiyê şi’r nivîsîne û her xwe şai’r zaniye, dirêje an berdewamiya têma û hêmayan û ya cihêrengiya cureyî û şêwazî heye ji şi’ra wî bo nava pexşana wî.

Lê belê cudatiyeke wan a xweşbextane jî heye – Joyceê ku bo nimûne di Ulyssesê de xwe li pişt bircên vegêraneke objektîv î bi mi’mariyeke şahane asê kiriye, di nav rêzên şi’ra xwe de mirovekî berdest e bi hez û awat û kerb û keserên xwe ve: Di tak-helbestên Erkê Pîroz (1904) û Gaz Ji Tifikekê (1914) de bi peyvbaziyeke sersûrker şerekî parodîk dike li gel nizama rewşenbîrî ya dewra xwe; di Ecce Puerê de li ber jidayikbûna neviyê xwe bendeke irfanî davêje ser çar nifşên bab û kuran yan jî ser hatî û çûyiyên dinyayê; di sêzdeh şi’rên epîsodî yên Pomes Penyeachê (1927) de bi kamiliyeke hêj narîntir hijmekariya xwe li ber nexşên dinya û fezayê dizikirîne; û, axirî di ser hemûyan re jî, di sî û şeş parçeyên mosîqayî yên Mosîqaya Jûrê (1907) de hestyariyeke şareza ya evîn û jînê bi peyv û awaz dike, her wekî gava dibêje:

Li wê saetê ku tişt hemû xwe didine bêhnvedanê,

Lo nazirînê tenê yê perên esmanan,

Aya tu dibihîzî şevbayî û axînên wan

Çengên ku dijenin li ser Evînê

Da vekin derwazeyên zer ên sehergahan?

Ku tişt hemû bêhn vedidin, qey tu bi tenê

Hişyar dibî da bibihîzî jena çengên xweş

Bo Evîna ji pêş de dayî ser riya xwe gurr û geş

Û bibihîzî bayê şevê yê ku bi lawjeyî difetilînê

Ta ku şev berê xwe dide nemanê?

Sercem Şi’rên James Joyce, berê çendîn salên kar û renca şa’ir û wergêrê emegdar Kawa Nemir, tevî pêşgotina Michael Patrick Gillespie û bi teqdîmeke berfireh û bi sedan têbîniyên raveker ên wergêrî, bi çapa duzimanî ya ingilîzî-kurdî, portreyekî hundermend ê wek şa’ir dikêşe bo xwînerên kurdîziman. Her wiha, wergera nayab a Nemir, bi hişyariya li ser hûrdekariyên peyvî û wateyî, bi raçavkirina aboriya deqî/tekstuel, û bi pabendiya bi deng û şêwazên guherbar ên şa’irî, berhemeke layîq e bo gewreyiya navê Joyce û bo zimanê Xanî.

Ergîn Sertem

Dili
Kurdî (Kürtçe)
Sayfa Sayısı
240
Boyut
13 x 19.5 cm
Basım Yeri
İstanbul
Basım Tarihi
2022
Baskı
0
Çeviren
Kawa Nemir
Resim Sayısı
1