ŞEKIRÊ DI BERÎKA BAVÊ MIN DE
Stokta (100 adet)
Açıklama

Di romana Şekirê di berîka bavê min de Dîlan Şewqî bîr û baweriyên mîstîk yên di hiş û bîra civatê de cî girtine û hîn jî zindî ne, bi çîroka dilsotîner a jin û dayîkeke kurd (Xanê) ku pêwendiya xwe ya bi salan ya bi pîrhevokekê re daniye, ji zilamê xwe yî ku di navbera Binxet û Serxetê de (bi gotineke mayîn di navbera efsane û rasteqîniya heyî de) karê qaçaxiyê dike (Şemso) veşartiye, bi awayekî hunerwerane û bi wêrekî vedihûne. Di vê vehûnanê de “hebûna jinê” û “kirasê ku lê hatiye kirin” (ev nîgaş di tekane diyariya Şemso de derdikeve mexderê, ku ji bo fantaziya xwe ji jina xwe Xanê re anîye) ya ku xwe spartiye dab û nerîtên civakê yên fena deziyê çil girêkî, di nava tewekên hezar salane re tên û xwe li keviyên zemanê me yê ku ji zemanê hemû gelan ciyawaztir e, didin. Jin, gelekî bi hêsanî tên berdanê (keçikan tînin û dûndeyê xwe didin destê wan) û mêrên ku di berîkên xwe de bi sê kevirên telaqê digerin, ji bo ku ben ji destê wan nefilite, vedigerin û bi dayîkên xwe dişêwirin. Heman mêr e, yê ku van gotinan dike; “Ez qurbana vî laşê sipehî bim.”, yan; “Dayê jinka min a delal bûye destbiraka pîrhebokekê!”, yan, “Ew berê bû Xanê, firaxa cam ko bişkê lihêm nabe.”, Dîlan Şewqî, berê me xwîneran dide nava efsaneyan, bi him hima pîrhevokên ku kurmancî dipeyivin re, em li dû nasnameya xwe dikevin.

Şener Ozmen

Dili
Kurdî (Kürtçe)
Sayfa Sayısı
144
Boyut
13 x 19.5 cm
Basım Yeri
İstanbul
Basım Tarihi
2021
Baskı
0
Resim Sayısı
1