Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

PÊŞBÎNIYA FALGIRA QEREÇÎ

Stokta (100 adet)

10 %
403 TL 363 TL
Kategori
Wêje Roman
Ürün Detayı ▲

Açıklama

Li gundekî biniya çiyê ev çend sal in bûyerine ecêb diqewimin. Gundiyên ku bawer dikin cinek li serê çiyê dijî, kaniyên ku dimiçiqin, berhemên dirizin, xwarinên genî dibin, zeviyên titûnê yên ku tirikê li wan xistiye, çêleka ku sê salan golikeke mirî dizê û serbarê ser jî xewn û pêşbîniya Camêrê titûnvan ku dibêje lehiyeke boş û mezin dê vî gundî ramale. Şermîn û xwişka xwe ku Camêrê bavê wan ew berî lehiyê ji gund şandî îcar jiyaneke nû li ber xwe dibînin ku tijî ye bi zor û zehmetiyan.

Pêşbîniya Falgira Qereçî ya ku li gor Ebdulmecîd Lutfî yek ji şahkarên wî ye di warê behre û nivîsandina romanê de, bi wergereke serkeftî ya li gor şêwaza romanê û ferhengokeke peyvên kêmnas a dewlemend êdî bi kurmancî ye.

Înan Eroglu

“Dema ku min Mamoste Ebdulmecîd Lutfî nas kir ku ew bixwe nivîskarekî kurd e lê bi erebî dinivîse û wek wêjevanekî navdar ê ereb tê naskirin, ne ew qas temenê min mabû ku bikarim karekî wisa bikim û ne jî ew zêde jîna wî mabû ku bikare vê wergerê di kokê de pê de were û serrast bike. Wî got min romanek heye ku hez dikim bi kurdî jî bê xwendin û bi zimanê min jî bê naskirin. Diyar e ew mirov, her ji dema zarokatiyê ve nîşaneyên hesta wî ya kurdatiyê hebûn lê gelek dereng ew hest peyda bû. Xweş e ku mirov bi xerîbî nemire û dema neban jî bû, qet nebe ji şivanê xwe biyanî nebe û xwe lê bike xwedan.”

Şukur Mistefa

Dili
Kurdî (Kürtçe)
Sayfa Sayısı
136
Boyut
13 x 19.5 cm
Basım Yeri
İstanbul
Basım Tarihi
2022
Baskı
0
Çeviren
Ji soranî: Şehab Xalidî
Resim Sayısı
1

İlgili Ürünler

AMEDI
-10%
🛒 0

Sepetiniz