Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Neynika Muhemmedî

In stock (50)

10 %
455 TL 409 TL
Author
Mela Muhemmedê Şoşikî
Publisher
Nûbihar
ISBN
9786257383585
Categories
Roman
Product details ▲
İçerik

Ev kitêba Neynika Muhemmedî, wergera kitêba er-Rîsaletul-Muhemmediye ya Suleymanê Nedwî ye. Kitêb ji heşt konferansên Nedwî pêktên, ku Nedwî ji bo xwendekarên Zanîngehên Hindistanê pêkêş kirine. Her konferansek alîyek sîyera pêxemberê me dinirxîne.

Seydayê Şoşikî jî ev kitêba Nedwî bi uslûbeke serbest wergerandiye Kurmancî; bêweku hin tişt jê kêm û hin jî lê zêde kirine.

Sernavê konferansan wisa ye:

- Konferansa yekem: Derbarê vêyekê de ye ku ka çawa sîreta Pêxemberan xweşiktirîn mînak e ji bo beşeran.

- Konferansa duyem: Derbarê vêyekê de ye ku rîsaleta Muhemmed ‘am e ji bo hemî miletan û hetahetayî ye.

- Konferansa sêyem: Nirxandina sîyera Pêxember me ji aliyê dîrokî ve ye.

- Konferansa çarem: Li ser sîyera Muhemmedî ji aliyê kamilî û temamîya wê û îhateya wê ya li ser heyata beşerî ye.

- Konferansa pêncem: Li ser sîyera Muhemmedî ji aliyê wê yê camiî û berfirehî ye.

- Konferansa şeşem: Aliyê pratîkî yê sîyera Muhemmedî ye, ku ka ew çawa xweşiktirîn mînak e ji bo me.

- Konferansa heftem: Derbarê vêyekê de ye ku peyam û rîsaleta Resûlê Îslamê ji bo hemû mirovan e.

- Konferansa heştem: Sîyera Muhemmed ji aliyê ilmî ve ye.


Ziman
Kurdî
Çapa Çendan
1
Wergêr
-
Dîroka Çapê
2022
Mezinahî
24.00 x 17.00
Rûpel
224
Cûreya Bergê
Karton Kapak
Cihê Çapê
İstanbul

Related products

🛒 0

Your Cart