Nehcul Enam & Eqîdeya Îmanê
Stokta (50 adet)
İçerik
Nehcul-Enam, berhemeke Mela Xelîlê Sêrtî ye, ku ew di gelek beşên ilmî de pispor bûye û di wan beşana de kitêb nivîsîne; herwekî gramer, mentiq, munazere, cedel, wezi‘, eqîde, hedîs, fiqih, tefsîr, tecwîd, tesewif, mewlid, şemail…
Ev Nehcul-Enam jî kitêbeke Seyda ya dîdaktîk û fêrkariyê ye ku eqîde û exlaq û adaban nîşanî zarokan dide. Li medreseyên Kurdistanê kitêbek ji kitêbên rêzê yê pêşîn e. Ji hêla zimanî û wezn û qafiyeyê ve berhemeke hêja û serkeftî ye. Qafiyeya wê bi terz û teherê mesnewiyê hûnandî ye.
Nehcul-Enam, ji du birran pêktê. Birrê yekem, yê eqîdeyê ye ku mijarên teolojîk û kelamî di xwe de dihewîne, herwekî: Sîfetên Xwedê, xeybiyat, nubuwwat, fezîleta sehabiyan, qedîmtiya heyûlayê, tayînkirina îmam/xelîfe, qeder, elametên qiyametê, îmamê mezheban…
Birrê duyem jî, birrê tesewuf û exlaq û adaban e, ku behsa van tiştan dike: Nexweşiyên dil, tefekura di nefsa xwe û kaînatê de, tobe, hînbûna di rêya Xwedê de, wezîfeya heft organên meriv, adabên xwarinê, adabên kinclixwekirinê, adabên nimêjê; sebebê nezmê...
Huseyn Şemrexî, kitêba Nehcul-Enamê û Eqîdenameya Ehmedê Xanî bi awayê edîsyon kirîtîk li ber destxetên kevn bi hev re amade kiriye. Lewra ev herdu kitêb du rîsaleyên kurt in, mijarên wan nêzî hev in û ta di dewra Osmanî de jî bi hev re çap bûne.
Liste Fiyatı
250
Para Birimi
₺
Sitede görünsün mü?
1
Satışta mı?
1
Vergi Oranı
0
Desi
0
Yayınevi
Nûbihar
Ziman
Kurdî
Çapa Çendan
3
Wergêr
Huseyn Şemrexî
Dîroka Çapê
2014
Mezinahî
23.50 x 16.50
Rûpel
80
Cûreya Bergê
Karton Kapak
Cihê Çapê
İstanbul