LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ
Stokta (100 adet)
Açıklama

Helmut Karl Bernhard von Moltke (1800-1891) efserekî navdar ê artêşa Prûsyayê û yek ji mezintirîn teorîsyenên leşkeriyê yên dîrokê ye. Di xortaniya xwe de derdikeve seyehateke Ewropaya başûr û rojhilat, demekê li Stembolê dimîne û ji hêla Siltan Mehmûdê Duyem ve tê vexwendin ku ew bona modernîzekirina artêşa Osmaniyan jê re şêwirmendî û alîkariyê bike. Moltke vê dawetê qebûl dike û ji 1835an heta 1838an li Stembolê dimîne. Ew di ber re xwe dielimîne tirkî, li derdora Stembolê derdikeve geşt û geran. Di sala 1838an de bi wezîfeya teftîşkirina artêşên Anatoliyayê, wî dişînin Anatoliya û Kurdistanê ku ew wê demê bi serleşkeriya Hafiz Osman Paşa derketibûn sefera li ser kurdan û sefera li hember artêşa Mehmed Alî Paşayê Misirî. Ev kitêba ku di 1841ê de li Almanya bi navê “Nameyên derbarê şert û mercên li Tirkiyê yên ji sala 1835an heta 1839an” hatiye çapkirin yek ji teksten girîng ên kurdolojî ye. Beşên ku di vê kitêbê de cih digrin, beşên ku von Moltke bona teftîşkirina artêşên Anatoliyayê, berê xwe dide ser Anatoliya û Kurdistanê û heta bi dawîbûna Şerê Nizibê pêk tê ku ew name di salên 1838-1839an de hatine nivisîn. Di vê midetê de von Moltke dibe şehdeyê rapêçandina keleha Seîd Beg, sefera ser çiyayên Xerzan û axirî bi dûvdirêjî qala şerê Nizibê dike. Von Moltke di nameyên xwe, di geşt û gerên xwe û di qalkirinên xwe yên şer de ne wek leşkerekî bes qala tiştên mekanîk û rûxsar dike. Geh wek erdnîgarnasekî dûr û dirêj qala erdnigariya derdorê dike, geh wek dîrokzanekî hûr û kûr qala dîroka bajêr û gundên wan deran dike, geh wek civaknasekî têr û tije qala edet, rêûrismên civakên di nav de dimîne dike û geh jî wek pêşbînekî pêşbîniya kêşeyên Rojhilata Navîn û çareseriyên wan tîne ziman.

Dili
Kurdî (Kürtçe)
Sayfa Sayısı
234
Boyut
13,5x19,5
Basım Yeri
İstanbul
Basım Tarihi
2018
Baskı
1
Çeviren
Fatih Aydın
Resim Sayısı
1