KURMANCÎ (HEJMAR: 01-40)
Stokta (100 adet)
Açıklama

Rojnameya Taybetî Ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê li ser pirsên Zaravayê Kurmancî hejmarên 1-40 tevî ferhengoka wan a Kurdî-Tirkî-Fransizî-Îngilîzî û endeksên Tirkî, Fransizî û Îngilîzî.

1-40. sayılarının toplu baskısı ile Kürtçe-Türkçe-Fransızca-İngilizce sözlük ve Türkçe, Fransızca ve İngilizce endeksler.

Her çil jimarên Kurmancî, “Rojnama Taybetî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê li ser pirsên Zaravayê Kurmancî” bi hev re tevî ferhengokeke bi Kurdî-Tirkî-Fransizî-Îngilîzî hatin çapkirin. “Kurmancî”ya ku wek weşanek herî girîng a ilmî tê qebûlkirin ji 1128 rûpelan pêk tê, di ebatê A4 de ye, 8 rûpelên wê rengîn in, li ser kaxeta spî hatiye çapkirin û bi çermê reş û bordo hatiye cildkirin.

Kendal Nezan, Serekê Enstîtuya Kurdî Ya Parîsê di pêşgotinê de pirsên sereke ji bo rewşenbîrên Kurd, ji bo hemû Kurdên ku ji zimanên xwe hez dikin, wiha nîşan dide: “Dewlemendiyên Zimanê Kurdî çawa bên parastin û bigihin nifşên nû? Kurd çawa, tevî hebûna devokên cihê jî, bi nivîskî an bi axaftinê ji hevûdu baştir dikarin fam bikin? Kurdî çawa dikare dewlemend bibe ku pê hest û meremên kurdên nûjen û xwenda yên sedsala XXI’an jî îfade bibin? Û xebata Kurmancî wekî destpêka bersivdana van pirsan dibîne: berhevkirina devokan, zelalkirina bingehên rastnivîsîna zimên, çêkirina peyvên nû ji bo warên jiyana îroyî.”

Kendal Nezan diyar dike xebateke wisa divê ku karê Akademiya Ziman a dewleteke Kurdî be: “Lê kes nizane ew ê kengê dewleteke Kurdî ya neteweyî çê bibe û ta wê demê ew ê Kurmancî bikeve çi rewşê. Lewra, hin rewşenbîrên Kurd ên li dora Enstîtuya Kurdî civiyayî biryar dan ku salê du caran, her carê ji bo hefteyekê bicivin û li ser pirsên Kurmancî bixebitin, û di vê xebatê ji berhemên berê, nexasim ên Mîr Celadet û Kamiran Bedirxan û yên Kurdistana Başûr jî kelk bigrin. Li gora mecalan me xwest kesên ku bi pirsên zimên mijûl bûne an devoka navçeya xwe baş dizanin an pisporiyeke wan a taybetî heye vexwînin van civînan û ji hemû navçeyên Kurmancîaxêv beşdar hebin. Beşdar ji çend welatên Ewropî tên û bi hev re qasî deh zimanên biyanî dinasin.” Her du civînên pêşî di 1987an de li bajarê Barselona, paytexta Katalonyayê çêbûn. Piştî çend civînan li Bruksel, Berlîn, Loland (Danîmarka), Dihok û Parîsê, beşdar, ku bi piranî li Swêdê dimînin, çêtir dîtin ku êdî ji şeş mehan carekê li Swêdê, li girava Biskops Arnöyê, bicivin. Berhemên her civînê di hejmareke taybetî de tên weşandin.

Kurmancî berhema xebata van 20 salan e û kitêba Avesta a 320an e.

Sayfa Sayısı
1128
Boyut
A4
Basım Yeri
Berdan Matbaası, İstanbul
Basım Tarihi
2010
Baskı
0
Alt Başlık
Rojnameya Taybetî Ya Enstîtuya Kurdî Ya Parîse
Resim Sayısı
1