KURD Û KURDISTAN
Stokta (100 adet)
Açıklama

Li siwarên me yên lezgîn binêre, çi bêtirs û vekişîn in. Binêre li êrîşa xurt û leza hespên wan. Mirovên me dema bi çargavî diçin, tivingên xwe li dijminê xwe direşînin û rast li nîşana xwe didin; ew dikarin dema li bintengiyên kurtanên xwe ve dixişiqin û di navbera herdu lingên hespên xwe yên pêşiyê re tivingên xwe diteqînin jî şer bikin. Bi izna Xwedê! Hindî ku mirovên me wiha bin em dikarin dinyayê feth bikin û tu miletek li dinyayê nikare xwe zêde li ber me ragire.

Kitêba ku bi van rêzan dest pê dike di sala 1948an de bi zimanê Îngilîzî li Hollanda çap bûye. Li ser nivîskarê wê di lîteratura kurdolojî de tu agahî ninin. Le wek ku ji navê wî; Arshak Safrastian (Arşak Safrastiyan) xuya dike ku ew Ermen e.

Dîsa ji naveroka kitêbê diyar e ku di destpêka sedsala 20an de hatiye nivîsandin. Pêwendiya nivîskar bi şaxsiyetên Kurd re baş e; ew li gelek ciyên Kurdistanê geriyaye. Argument û nêzîkbûna wî wek a entelektuelekî Kurd e, ji hundiru li meselan dinêre, bi çavekî Kurdewarî ji zemanên kevn heta nîvê sedsala 20an dîroka Kurd û Kurdistanê radixe ber çavan.

Dili
Kürtçe / Kurdî
Sayfa Sayısı
128
Boyut
13 x 19.5 cm
Basım Yeri
İstanbul
Basım Tarihi
2007
Baskı
1
Çeviren
Ergîn Opengîn
Resim Sayısı
1