KURD (DÎROK Û KULTURA WAN)
Stokta (100 adet)
Açıklama

‘Jemal Nebez di vê kitêbê de li ser gelek mijar û babetên cihê disekine, bo nimûne, dîrok û mîtolojiya kurdan a kevin a berî xirîstiyaniyê, bilindî û kûratiya kulturî ya kurdan li jêr sî û sîbera gelek êrîşên xelkên biyanî di Kurdistanê re, cihêrengiya dînên li Kurdistanê, ligel bal û girîngiyeke taybet li ser sînkretîzmê; wekî taybetmendiya herî beloq a kultura kurdan a dînî, û nasandina sînkretîzmê, wekî fênomeneke bi tewawî cuda ji dînên têkel.

‘Nebez analîzeke hurd û deqîq a etîmolojîk û etnografîk a gelek şahidên dîroka kurdan pêşkêş dike: ‘Peyv, têrm, tişte û her çi zuhûr û xuyabûna jiyana civakî ya berê’, ku bi sedsalan e wekî ‘ne-kurdî’ hatine dêran ji aliyê wan kesan ve ku Kurdistan dagîr kirine, û bi bêfikirî wesa hatine qebûlkirin ji aliyê kurdên ku şik nedibirinê û rexne lê nedigirtin.

‘Ev yek aşkera dike ku Dr. Nebez ne dîroknasekî asayî û jirêzê ye, berevajî, wî bi xwe dîrok çêkiriye lew yekî wesa ye ku rexneya kulturî û prensîbên sosyal û felsefîk digihîne hev û şêwe dide wan.’

H.Mohemed Elî, Serokê Civata Kurd li Berlînê

Dili
Kürtçe / Kurdî
Sayfa Sayısı
96
Boyut
13 x 19.5 cm
Basım Yeri
İstanbul
Basım Tarihi
2008
Baskı
0
Çeviren
Ergîn Opengîn
Resim Sayısı
1