KOÇERA KEJ
Stokta (100 adet)
Açıklama

Yekem kitêba Harbî Soylu a çîrokan. Harbî Soylu di destpêka salên 90î de kete hepsê. Dor deh salan di hepsên Diyarbekir, Entab û Bartinê de ma. Di hepsê de dest bi xwendin û nivîsandina Kurdî kir. Çîrokên wî heta niha gelek xelat wergirtine.

Jiçîroka “Koçera Kej”

Serê vê sibehê bêhna te û bêhna payizê bi hevra bi ser min da tê, bi bayê ecem ra. Ev çend demsal in ez ji te û ji bêhna te, ji bedewbûna te, ji xeml û rewşa te bêpar û bêxeber im. Ez bîra te dikim. Bîra zaroktiya te, bîra bedewbûna te û bêhna porê te dikim.

Çend sal in te nabînim? Nizanim, gelo ez qet dikevime bîra te an na? Gelo tu jî qet bîra min dikî an na?

Payizeke sar bû. Cot û cobar xelas bibûn. Zozan daketibûn deştê. Koçeran koçên xwe bar kiribûn, ber bi welatê jêrê diçûn. Wê demê bi kesereke giran, koça min jî bar kiribû, koçera min a kej. Dema malbavên te konên xwe pêçan, wê demê te jî konê evîna min pêça û danî pişt sitûnê. Wê demê xem û xeyalên min, bi te ra ketin xurca li ser pişta hêstira weya boz û bi te ra li çol û mexelan geriyan. Nizanim te li çend waran danî? Dibeku te qet ji ser pişta hêstirê jî daneynin.

Dili
Kurdî (Kürtçe)
Sayfa Sayısı
112
Boyut
13,5x19,5
Basım Yeri
İstanbul
Basım Tarihi
2011
Baskı
1
Resim Sayısı
1