KASSANDRA
Stokta (100 adet)
Açıklama

“bibêje xwedayê, bibêje", ka hinekî li ser Kassandra jî bibêje.
Ka “bibêje xwedayê, bibêje,
xişma Akhîlleusê Peleus bibêje”
gera qederê, fitla felekê û çîroka têkçûna evîna Kassandra jî bibêje.

...Çûn, lê çîroka wan, a şerê li ser Helena Spehî li binya dîwarê bajarê Troya, a egîdiya Akhîlleus, Hektor, Aeneas û hemû egîdên din, a hişmendiya Odysseus ket ser zimanan. Her yekî çû çîrok û serpêhatiya xwe, a şerê ku deh salan li ber deriyê bajarê navdar kiribû, a rêwîtiya xwe û xezeba xwedan ji xelkê xwe re got. Bi baldarî û meraq li wan hat guhdarkirin. Çîrokbêjan, çîrokên wan kirin çîrok û gotin, helbestvanan kirin helbest û xwendin û klambêjan jî kirin klam û gotin. Li hemû deran gotin û li hev gerandin. Bi sedsalan gotin û ji wan têr nebûn. Her ku çû ew çîrok û ew klam xweştir û dirêjtir kirin û hevdu fêrî gotina wan kirin. Heta ku rojekê yekî bi navê Homeros klamên tevan bi ser hev vekirin û kir klamek. Wî, klama şerê deh salan bi tevayî got û li dinyayê belav kir. Navê klamê kir Ilyada. Ên ku lê guhdar kirin, gotin ku wê mirov tu caran ji guhdarkirina wê têr nebin; bi hezaran sal derbas bibin, ew ê hîna jî bi kêfxweşî lê guhdar bikin. Bawerî ew bû ku wê tu caran jê têr nebûna...

Vê kitêbê mijara xwe ji Ilyada wergirtiye. Nav, cî û bûyerên di kitêbê de hatine nivîsandin û bikaranîn hemû, li gora mîtolojiya yûnanî ne. Silêman Demir, çîroka xwedayên yûnanî bi Kurdî ji nû ve vedibêje.

Dili
Kürtçe / Kurdî
Sayfa Sayısı
184
Boyut
13 x 19.5 cm
Basım Yeri
Berdan Matbaası, İstanbul
Basım Tarihi
2010
Baskı
1
Resim Sayısı
1