HIKAYETA TERZIYEKÎ Û ÇEND TIŞTÊN DIN
Stokta (100 adet)
Açıklama
<p>Di hikayetên Borges û Márquez da behsa tarîxê bi xwe ji hikayetan pêk tê, lê hikayet piranî fantastîk in li ser erdê rastiyê.<br />Hikayet û behsên di vê kitêbê da teswîrên zemanê çûyî ne ku meriva radikêşine wê demê. Nivîskar wekî epîtaf, rehmet li gora Joyce aniye, û gotina wî kiriye mifteya vê kitêbê, ya ku dibêje; tarîx mîna kabûsekê ye ku huzûrê nade min, û xwe didimê ku jê hişyar bibim. Tevî tesîra wê tarîxa bêhuzûr, ev hikayet ji tarîxa piçûk a nenivîsandî derketine û rastî û xeyalî li hev pêçayî ne. Lê her çi be jî, xeyalkarî, xwe dispêre rehên wê civakê ya ku metnên edebî jê derdikevin. Ev kurteçîrokên han deng û behsên civakê ne û berê me didine mîraseke nenivîsandî ku sewta wan ji nava defterên razayî hişyar dibin.</p>
Dili
Kürtçe/Kurdî
Sayfa Sayısı
136
Boyut
13 x 19,5
Basım Yeri
Berdan Matbaası, İstanbul
Basım Tarihi
2024
Baskı
1
Resim Sayısı
1