Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

HAVÎNA FEREMERZÊ HEJARÎ LI PARÎSÊ

Stokta (100 adet)

10 %
386 TL 348 TL
Kategori
Wêje Roman
Ürün Detayı ▲

Açıklama
<p>Sibeha rojeke havînê, kurdek li Parîsê ji xew radibe û dibîne ku bûye heftê salî! Ew nizane çawa bawer bike û di wan mehên havînê de, ew bi kûrahî li ser têgeha hebûn û nebûnê, ciwanî û pîrbûnê, jiyan û mirinê, diponije. Kurdê ku xwe derbider dibîne giraniya xwe berdide ser serpêhatiyên xwe. Ew digihêje baweriyekê ku di demên pir dijwar de, ew dikare xwe bispêre hizr û ramanên kesên hişmend û zana wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Kavafîs, Emil Cioranê rûmanî, Gabriel Garcia Marquezê kolombî û gelek hozan û hunermendên çi kurd çi biyanî. Ew wan ji xwe re dike rêber û li wan vedigere wek çawa berê karwanên li deşt û sehrayan bi saya stêrên asimanan rê û çîhera xwe didîtin.<br />Di heftê saliya xwe de, kurdê li Parîsê biryara xwe dide ku ew dê herdem wek xwe bimîne. Ew dê li bexçeyan heyranê gulên bûkûzava be, û li asimanan evîndarê hechecîkên asimanan be. Paşê, ew xwe bi tenê nabîne çunkî zaroktiya wî ya li gundekî ji Rojava û xortaniya wî ya li kêlekên çemê Parîsê dê werin serdana wî. Ew dê bibin wek du pisîkên Wanê, du pisîkên spî û bi çavên bi rengên ciyêwaz û ew dê bên li ser sînga wî bikin xirepiş û norenor.<br />Havîna Feremerzê Hejarî li Parîsê berhevoka bîr û baweriyên nivîskarê xwe ye. Ew dîtina wî ye li ser sirgunê ye, li ser barê salan, wateya jiyanê û kêfxweşiya ku yek dikare bibîne eger bi dilê xwe li dîmenên piçûk ên derdora xwe tamaşe bike. </p>
<p>Fawaz Husên ji gundê Kurdo ye, li Amûdê xwendina xwe ya seretayî, amadeyî û navîn dixwîne. Ew ji sala 1978an li Parîsê dijî û bi zimanê kurdî û fransî dinivîse.</p>
Dili
Kürtçe/Kurdî
Sayfa Sayısı
120
Boyut
13 x 19,5
Basım Yeri
Berdan Matbaası, İstanbul
Basım Tarihi
2025
Baskı
1
Resim Sayısı
1

İlgili Ürünler

AMEDI
-10%
🛒 0

Sepetiniz