Evdalê Zeynikê -Şairê Efsanewî yê Kurdan -
Stokta (50 adet)
İçerik
Evdalê Zeynikê, di war û barê dengbêjiyê de pîr û pêşrew e. Di zargotina kurdî de dengbêjê herî kevnar ku stranên wî gihîştibin heta roja îro Evdalê Zenikê ye. Gelek dengêjên hêja bi rêzê, stranên Evdal wekî gezo ji ser zimanê xwe nexistine û gihandine roja me. Evdal, umrekî dirêj derbas kiriye. Dibêjin ji sed salî zêdetir umir kiriye. Tê zanîn ku Evdal di sala 1913an de wefat kiriye. Wê wextê em dikarin bibêjin, Evdalê Zeynikê di serê salên 1800an de hatiye dunyayê. Evdalê Zeynikê hê di saxiya xwe de di nav gel de bûye efsane. Pirs û gotinên wî, wekî derbûmeselan, wekî gotinên pêşiyan têne gotin. Evdal li ser dengbêjên li pey xwe jî gelek tesîr kiriye. Dengbêjiya Serhedê jî li ser hîmên ku wî danîne bilind bûye. Cara ewil kesê li ser Evdalê Zeynikê xebitiye, hevpeyvîn çêkirine, çûye cihên ku Evdal lê maye û nebiyên Evdalê Zeynikê peyda kirine nivîskar û pisporê folklorê Ahmet Aras e. Ev kitêba wî di encama van lêkolînên wî yên dirêj de hatiye meydanê...
Liste Fiyatı
280
Para Birimi
₺
Sitede görünsün mü?
1
Satışta mı?
1
Vergi Oranı
0
Desi
0
Yayınevi
Nûbihar
Ziman
Kurdî
Çapa Çendan
3
Wergêr
Ahmet Aras
Dîroka Çapê
2022
Mezinahî
21.00 x 13.50
Rûpel
216
Cûreya Bergê
Karton Kapak
Cihê Çapê
İstanbul