DOZEK, DEWRANEK, LEHENGEK: WEDAT AYDIN (2 Cild)
Stokta (100 adet)
Açıklama

Ev berhem derheqê jiyana lehengê dozekê, tekoşîna wî, şert û mercên dewrana tê de jiyaye, hatiye nivîsandin. Di têkoşîna her miletekî de lehengên bi nav û bê nav hene. Di dîroka her miletekî de dewranên dijwar hene. Leheng jî di dem û dewranên dijwar de dibin leheng. Armanaca vê berhemê ew e ku lehengekî doza kurd û Kurdistanê bi hemû taybetmendiyên wî, xebat û tekoşîna wî, cîh û rola wî ya di nava tevgera netewî de, bi awayekî objektîf bide nasîn û nehêle bê jibîrkirin.

Divê neyê jibîrkirin ku miletên nikaribe li şehîd û dîroka xwe xwedî derkeve, nikare biserkeve.

Wedat Aydın

Di sala 1954an de li gundê Bismilê, Haciya Kurda ji dayik bûye. Li gundê xwe dest bi xwendinê kiriye, bi dor li Bismilê, Farqînê, Diyarbekrê û Qoserê xwendina xwe ya navîn û lîse qedandiye û dîsa li Diyarbekrê dawî li xwendina xwe ya bilind aniye. Wedat mamoste bû lê demeke pir kurt mamostetî kiriye.

Wedat ji ciwaniya xwe û pê ve di nava tevgera neteweyî de bûye û bi taybetî di dema xwendina Enstîtûya Perwerdê weke pêşengekî tevgera ciwanan derketiye pêş. Wedat piştî darbeya 12ê Îlonê weke gelek çalakvanên demê tê girtin û leqayî îşkenceyên giran tê. Him di îşkenceyan de û him jî di zîndana bi nav û deng, 5 Noluyê de bi mêrxasiyeke mezin li ber xwe dide.

Wedat Aydin piştî ji zindanê dertê, bi vizyoneke nû û tecrûbeyên salên zindanê û yên beriya 1980yî, careka dinê cîhê xwe di nava xebat û têkoşîna neteweyî de digre. Xebat û têkoşîna wî ya di salên dijwar de, deng vedide, li kû be xelk xwe lê digre, di demeke kurt de weke rêberekî tê qebûlkirin. Êdî navê wî li her derê ye. Ê li Anqerayê di komcivîna İHDê de bi Kurdî dipeyive, ew e, ê li kû devereke bêdadî lê hebe, li wê ye, ew e, ê cara yekem bi awayekî kîtlevî li cenazeyên şervanên kurd xwedî derdikeve, ew e, ê di xwepêşandan û mitîngan de, sînga xwe dide ber êrişên hêzên dewletê ew e. Û ew bi van taybetmendiyên xwe dibe armanca nemerdan.

Wedat kî bû?

Kemal Tanrikulu: Wedat hevalê hevalê xwe bû!

Neytullah Karakoç: Wedat Che Guevera û Ho Chi Minê me bû!

Bakır İnanç: Wedat sembola yekîtiyê bû!

Hikmet Ata: Wedat çiya bû, nedihate xwarê!

Hüseyin Turhallı: Wedat rêberekî gel bû!

İsmail Miroğlu: Wedat kesê bêkesan bû!

İrfan Altunç: Wedat pratîka têkbirina tirsê bû!

Mustafa Özer: Wedat serînetewandin û biryardarî bû!

Azize Aydın: Wedat rastî bû!

Asiya Aydın: Wedat stûna malbata me bû!

Şehmus Aydın: Wedat heqî û edalet bû!

Vehibe Aydın: Wedat hezkirin û rehm bû!

İhsan Aydın: Wedat ji serî heta binî fedakariyek bitercîh û zanebûn bû!

Deniz Aydın: Wedat li gora felesefa xwe jiya, nêrîna wî ya cîhanê, gotin û emelê wî yek bûn. Kêliya li ba min bûya tirs nedihate bîra min.

Rıza Polat: Wedat dostê dostê xwe, hevalê hevalê xwe bû!

Veysi Aydın: Wedat bi mutevazîtiya xwe Gandî û bi kelecan û tekoşîna xwe Che bû!

Ayşe Aydın: Wedat şêrîn bû, yekî weka wî nîn bû!

Mahmud Felat Aydın: Bavê min çiyeyekî mirov nikare bigihêje jora jor, bû!

Mehdî Zana: Wedat kurdçîyekî baş bû!

Ahmet Zeki Okçuoğlu: Dozên mezin karê mirovê mezin in, Wedat yekî werê bû!

Şerif Gündüz: Wedat dirûst, saxlem, rast, bicesaret, fedekar û bêtirs bû.

Wedat Aydın

Di sala 1954an de li gundê Bismilê, Haciya Kurda ji dayik bûye. Li gundê xwe dest bi xwendinê kiriye, bi dor li Bismilê, Farqînê, Diyarbekrê û Qoserê xwendina xwe ya navîn û lîse qedandiye û dîsa li Diyarbekrê dawî li xwendina xwe ya bilind aniye. Wedat mamoste bû lê demeke pir kurt mamostetî kiriye.

Wedat ji ciwaniya xwe û pê ve di nava tevgera neteweyî de bûye û bi taybetî di dema xwendina Enstîtûya Perwerdê weke pêşengekî tevgera ciwanan derketiye pêş. Wedat piştî darbeya 12ê Îlonê weke gelek çalakvanên demê tê girtin û leqayî îşkenceyên giran tê. Him di îşkenceyan de û him jî di zîndana bi nav û deng, 5 Noluyê de bi mêrxasiyeke mezin li ber xwe dide.

Wedat Aydin piştî ji zindanê dertê, bi vizyoneke nû û tecrûbeyên salên zindanê û yên beriya 1980yî, careka dinê cîhê xwe di nava xebat û têkoşîna neteweyî de digre. Xebat û têkoşîna wî ya di salên dijwar de, deng vedide, li kû be xelk xwe lê digre, di demeke kurt de weke rêberekî tê qebûlkirin. Êdî navê wî li her derê ye. Ê li Anqerayê di komcivîna İHDê de bi Kurdî dipeyive, ew e, ê li kû devereke bêdadî lê hebe, li wê ye, ew e, ê cara yekem bi awayekî kîtlevî li cenazeyên şervanên kurd xwedî derdikeve, ew e, ê di xwepêşandan û mitîngan de, sînga xwe dide ber êrişên hêzên dewletê ew e. Û ew bi van taybetmendiyên xwe dibe armanca nemerdan.

Dili
Kürtçe / Kurdî
Sayfa Sayısı
1. Cild: 1
Boyut
13.5 x 21.5 cm
Basım Yeri
Berdan Matbaası, İstanbul
Basım Tarihi
2013
Baskı
2
Resim Sayısı
2