DESTPÊKEKE NÛ
Stokta (100 adet)
Açıklama
<p><span style="font-family: georgia, palatino; font-size: 0.9em;">Li Londonê du xaniyên hejmar (10) hene, yek ji wan cihê niştecihbûn û ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê ye ku hemû biryarên girîng ên Şanişîna Brîtanyayê tê de tên dayîn, hejmar (10)ê din dikeve James’s Square û heta sala 1927an ew jî mal û ofîsa Serokwezîrê Qraliyetê bû, piştî wê tarîxê bûye baregahê Navenda Lêkolînan a Padîşahî Chatham House, ku yek ji navendên herî girîng ên lêkolînan e li cîhanê, di sala 1920an de hatiye damezrandin; cihekî girîng ê biryarên siyasî yên Brîtanyayê ye û bi dehan dîplomat, lêkolerên mezin û siyasetmedarên xuya lê kar dikin. Ew navend girîngiyê dide wan mijaran ku li gor civaka navdewletî girîng in û rehendên wan ên cîhanî hene, bi baweriya hinek çavdêr û lêkoleran çûna Mesrûr Barzanî bo Chatham House û pêşkêşkirina gotarê li wê derê, girîngtir bû ji vekirina deriyê xaniyê hejmar (10)ê Downing Street, ji ber di dîroka 102 salî ya navendê de, yekem car e kurd dibin cihê girîngîpêdanê, Mesrûr Barzanî jî yekem siyasiyê kurd e li wê navendê gotarê pêşkeş bike.</span></p>
<p><span style="font-family: georgia, palatino; font-size: 0.9em;">Di vê kitêbê de hewl hatiye dayîn li ser gotara Mesrûr Barzanî ya li Chatham House, raveyên cuda bên kirin, hejmarek mamostayên zanîngehê, siyasetmedar, nivîskar û şirovekaran ji aliyên cuda ve ew gotar rave kirine û nirxandine. Ew hemû ligel gotara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê kitêbê de hatine komkirin, da ku wek dokumenteke dîrokî û çavkaniyek jî li ber destê xwêneran be.</span></p>
Dili
Kurdî (Kürtçe)
Sayfa Sayısı
104
Boyut
13 x 19.5 cm
Basım Yeri
İstanbul
Basım Tarihi
2022
Baskı
0
Çeviren
Firat Kelehkî
Resim Sayısı
1