ÇÎN BI DEH PEYVAN
Stokta (100 adet)
Açıklama

Kitêba Yu Hua “Çîn bi deh peyvan” derket.

“Armanca min ew e ku ji wê jiyana rojane dest bi vê gera vegotinê bikim ku em baş pê dizanin û bi vî awayî meseleyê dirêj nekim. Jiyana rojane dibe ku sivik û rutîn xuya bike lê di heman demê gelek bûyerên dewlemend, berfireh û kartêker vedihewîne. Siyaset û dîrok, civak û çand, bîranîn û hestên mirov, daxwaz û razên wan – hemû li wir deng vedidin. Jiyana rojane daristaneke rastîn e her wekî ku qiseyeke çînî dibêje, ‘Daristan li kû kûr bibe, tu dê li wir her celeb çûkan bibînî.’

Armanca min hingê ev e ku ez galgalên bêdawî yên li ser Çînê di nava deh peyvan de bi cih bikim; çavdêrî, tehlîl û notên xwe yên şexsî di nav vegotinekê de bînim cem hev ku bi serbestî li zeman û mekanan bigerin; û dawiyê di nav tevliheviyên civakî û dijberiyên metelhişt ên Çîna hemdem re rêyekê vekim.”

Yu Hua di vê berhema xwe de bi deh peyvên wekî “gel, serok, xwendin, nivîsîn, Lu Xun, şoreş, cudahî, ewam, texlîd, xapandin”ê serboriya ecêb a welatê xwe dibêje û bi çavdêrî û tecribeyên xwe yên şexsî nîşan dide bê ka pêncî salên jiyana wî û ya Çînê di qonaxên çawa re derbas bûye. Çîn bi Deh Peyvan bi zimanê niktedan û anektodên balkêş ên yek ji nivîskarên herî navdar û jêhatî yê Çînê me vedixwîne civateke ku hinde jî ne dûrî xwendevanên kurdî ye.

Dili
Kurdî (Kürtçe)
Sayfa Sayısı
232
Boyut
13x19.5 cm
Basım Yeri
İstanbul
Basım Tarihi
2022
Baskı
0
Çeviren
Ji ingilîzî: Yusiv Hemed
Resim Sayısı
1